DAKB’ê piştgirî da jinên Êzidî û Afgan
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) diyar kir ku ew bi jinên Êzidî û Afgan re ne û got, “Em ê li dijî her curê tunehesibandin, înkarkirin û asîmîlekirinê têbikoşin.”
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) diyar kir ku ew bi jinên Êzidî û Afgan re ne û got, “Em ê li dijî her curê tunehesibandin, înkarkirin û asîmîlekirinê têbikoşin.”
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi daxuyeniyeke nivîskî 3’ê Tebaxê ku salvegera êrîşa qirkirinê ya li dijî Şengalê ye û 15’ê Tebaxê ku Talîban li Afganîstanê hat ser desthilatdariyê, bi bîr xist û têkoşîna jinan silav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di roja me de jî hîna li cihên ku gelê Kurd dijîn, jin, zarok û ciwan tên qetilkirin, revandin, bidarvekirin, girtin û êşkence kirin.”
DAKP'ê got: “Dema ku zilma Talîbanê hat ser desthilatdariyê, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ku li Tirkiyeyê di qesra xwe de dirûnişt, ji bo hikûmeta Talîbanê bi gotina, 'jixwe di navbera me de zêde ferq nîne', eşkere kir ku dixwaze Tirkiyeyê di warê azadî, bawerî û jinan de wek Afganîstanê bike.”
DAKP’ê diyar kir ku ew li ba jin, zarok, bawerî û gelan in ku li Afganîstanê û Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê û Talîbanê ve zilmê dibînin û wiha berdewam kir: “Gel û jinên ji baweriya Elewî ji rûbirûyê êrîşan dimînin. Em ê li dijî her curê tunehesibandin, înkarkirin û asîmîlekirinê têbikoşin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em FEDA û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk, li dijî her curê desthilatdarî, kedxwarî, tundî û înkarê diyar dikin ku li gel têkoşîna jin û gelên ku bi dirûşmeya, “Jin, jiyan, azadî” têdikoşin in û sûcên li dijî mirovahî, xweza û qirkirina jinan şermezar dikin.”