Dadgeha Bilind a DYE’yê mafê kurtajê rakir

Li DYE’yê êdî mafek giştî yê kurtajê nîne. Dadgeha Bilind fermanek a girêdayî vesaziya sala 1973’an betal kir. Li şûna vê yekê êdî eyalet dikarin qanûnên xwe derbixin.

Piştî nêzî nîv sedsalê Dadgeha Bilind a DYE’yê qanûnên lîberal ên kurtajê yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rakir. Dadgeha Bilind a li Washîngtonê ku bi zêdehiya xwe muhafezekar e, bi vê biryarê pêşiya qanûnên hîn hişktir vekir- Heta qedexeyên tam di nav yek bi yekê eyaletan de jî digire nava xwe. Ev tê wê wateyê ku li DYE’yê mafê kurtajê yê 1973’ê bû dîrok.

Tê payîn ku li dijî vê biryara ku erdhejek siyasî ye, protestoyên mezin bên lidarxistin.

Piştî biryarê Mîssoûrî bû eyaleta yekem a DYE’yê ku kurtaj qedexe kir.

Bi îhtimaleke mezin wê di nêzî nîviya eyaletan de sînordarkirinên berfireh çêbibin.

Li DYE’yê gelek caran mafên kurtajê bû mijara nîqaşên germ. Muxalîf bi qasî 10 salane hewl didin ku yasayên lîberal ji holê rakin. Di demê serokê berê Donald Trûmp de, Dadgeha Bilind di rêjeyek girîng de ber bi rastgiran ve şemitî.

Li gorî biryarê niha sererastkirina qanûnên kurtajê yên eyaletan ji eyaletan re hatiye hiştin.

Destpêkê Eyaletên muhafezekar ên li Başûr û Rojavayê Naverastê dixwazin ku bi temamî kurtajê qedexe bikin. Li aliyê din li eyaletên lîberal ên weke New York û Calîfornîayê, qanûnên ku mafê kurtajê diparêzin hene. Ji bo niha nepêkane ku li van eyaletan tu tiştek bê guhertin.

Biryar ji bo jinên du canî tê wê wateyê ji bo ku bigihîjin klînîkek ya kurtajê divê bi sed yan hezaran kîlometreyan biçin. Gelek ji wan nikarin vê yekê pêşwazî bikin. Fikar heye ku her ku biçe wê zêdetir jin hewl bidin xwe bi xwe kurtajê bikin.