Cenazeyê Bakir radestî malbatê kirin

Cenazeyê Nûrcan Bakir a ji bo zext û êşkenceyên li girtîgehan protesto bike li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê dawî li jiyana xwe anî, piştî hewldanên dûr û dirêj radestî malbatê kirin.

Cenazeyê Nûrcan Bakir a ji bo zext û êşkenceyên li girtîgehan protesto bike li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê dawî li jiyana xwe anî, piştî hewldanên dûr û dirêj radestî malbatê kirin.Cenazeyê Nûrcan Bakir a li Saziya Tiba Edlî ya Bûrsayê dihate ragirtin, ji ber nebûna belgeyê cenaze radestî malbatê ne dikir.

Piştî hewlan û astengiyên mezin malbatê bi derfetên xwe karî cenazeyê Nûrcan Bakir ji Saziya Tiba Edlî bigirin û ji bo veşartinê jî ketin ser rêya Mêrdînê.

Hate ragihandin ku wesayîtên polîs jî li gel malbatê ketine ser rê.