BI DÎMEN

Cejna Remezanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê Cejna Remezanê roja yekemîn de bi coşek mezin pîroz dikin.

Cejna Remezanê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di roja yekemîn de tê pîrozkirin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê Cejna Remezanê bi serdana goristanên şehîdan pêşwazî kir. Piştî serdana goristanan, şêniyan berê xwe dan mizgeftan û nimêja cejnê kir.

Zarok jî bi kêfxweşî li kolanan digerin û kêfxweşiya gel di vê rojê de pir mezin e. Di heman demê de cejna Remezanê wê sê rojan bi kêfxweşî û coşek mezin dewam bike.

Bi dîmen û wêne coşa ji bajarê Kobanê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê...

QAMIŞLO

REQA

KOBANE

TEBQA