Binçavkirinên Wanê ji hêla TJA’yê ve hate şermezarkirin

Li Wanê vê hefteyê polîsan bi ser avahiya Bajêr a DBP’ê de girt û gelek kes binçav kirin. TJA Wan bi çalakiyê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir.

Çalakî li ber Avahiya Bajêr a DBP Wanê pêk hat. Di çalakiyê de Wekîla HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî, got, ti bingehê hiqûqî yê van binçavkirinan nîn e, armanc ew e ku xebatên siyasî yên partiya siyasî krîmînalîze bikin.


Ozgokçe diyar kir 11’ê Gulanê di nav de Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun jî 9 kes bi rengekî ne hiqûqî hatine binçavkirin û got, Midûrîyeta Emniyetê hiqûqê binpê dike û xebatankaran weke ku tawanbar bin radigîne.


Ozgokçe bang li Walî kir ku di vê mijarê de daxuyaniyê bide.


Ozgokçe diyar kir li gel hemû zext û zordariyan jî ew ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û serê xwe ji zextan re netewînin.