Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

‘Bila Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan‘

Endamên Platforma Jinan a Çîgliyê ji bo Ausel Tûglûkê û tevahiya girtiyên nexweş doza edaletê kirin û banga serbestberdana Tûglûk û girtiyên nexweş kirin.

Platforma Jinan a Çîgliyê li ber Şaredariya Çîgliyê ji bo serbest berdana Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Aysel Tûglûk a di Girtîgeha Kandira ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û tevahiya girtiyan nexweş daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Edalet ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Edalet ji bo Aysel, edalet ji bo her kesî" hatin berzkirin.

Endama platformê Emîne Akbaba daxuyanî xwend. Akbaba destnîşan kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne li hemberî ciwan, jin, elewî û Kurdan şer dike. Akbaba bilêv kir ku ji zû de ye binpêkirinên mafan û muameleyên xirab ên li girtîgehan zêde bûne û got: "Girtîgeh veguherîne cihê ku AKP polîtîkayên xwe yên tepisandin, tahde û îşkenceyê bi rihetî pêk bîne. Cîgiriya Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya berê Ayseş Tûglûk ji sala 2016'an ve girtiye. Di 22'yê Adara 2021'ê de li Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê di muaneya bijîşkên pispor de teşxîsa nexweşîan demansê hatiye dayîn. Ev yek jî nîşan dide ku piştî êrişa di merasîma cenazeyê dêya Tûglûkê de ev yek rû daye."

AZADÎ

Akbaba diyar kir ku di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û wiha got: “ Nexweşîna Tûglûkê giran bûye, lê bi hinceta rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê a 'dikare di girtîgehê de bimîne' ku bi destê AKP'ê hatiye amadekirin, nayê berdan. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene. Meha borî 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Berdana girtiyên nexweş divêtiyeke peymanên netewyî û navneteweyî ye. Mafê her kesî yê tenduristiyê û dermankirinê heye. Ev maf nayê astengkirin. Lewma berî ku bi derengî bikeve divê Aysel Tûglûk û tevahiya girtiyên nexweş bên berdan. Em ji bo hemûyan doza azadiyê dikin."

6 HEZAR ÎMZE

Akbaba destnîşan kir ku ji bo Aysel bijî û mirina Garîbeyê zelal bibe em ê bitêkoşin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Hûn me di nava çar dîwaran de bi tenê bihêlin jî dê destên me û piştevaniyê bigihê hev du. Em ê nehêlin hûn mafê jiyanê yê Ayselê û tevahiya girtiyên nexweş binpê bikin. Ma hûn dikarin Aysel a ku 5 sal in girtiye bi tenê bihêlin? Tenê di çend rojan de ji 52 welatan zêdetirî 6 ehzar îmzeyên jinan hatin berhevkirin ji bo Ayselê. Berî bi derengî bikeve Ayselê berdin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.