BI DÎMEN

Bi tabloyên xwe dengê civakê dide bihîstin

Ji bo li dijî hişmendiya zilam dengê jinan bide bihîstin, tabloyên bi rengê cuda çêdike. Wênesaz Olîn Kalê da zanîn ku zehmetî ji bo wê nabin kelem.

Huner ji aliyê civakan ve ji bo afirandina bîr û misogerkirina civakê di tevahiya dîrokê de hatiye bikaranîn. Ruxmî gelek astengiyan jî jinan di hemû qadên hunerê de rola herî serketî lîstiye. Yek ji wan jî Olîn Kalê ye ku li hemberî zextên civakî li ber xwe daye û xwe di şaxên hunera wênesaziyê de ava kiriye. Dihizire ku huner ne tenê naveke; xwedî hêzek e û dikare civakê biguherîne û zextên ku li jinan hatine ferzkirin bişkîne.

Olîn Kalê da zanîn ku hezkirina wê bi wênesaziyê re ji zarokatiyê ve destpê kiriye û heya roja îro berdewam dike û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Min pir ji wênesaziyê hez dikir, lê sala 2022’an min ev hezkirin nîşan da û min xwest xwe pêş bixim. Li hemberî gelek zehmetiyan ez ranewestiyam û min rîşa xwe bi rêngên cur bi cur pêş xist. Her wiha bi tabloyên xwe ez tevlî pêşengihan bûm. Pêşengeha destpêkê ya ku ez tevlî bûm ya ‘Qêrîna Çav’ bû. Min dixwest di wê wêneya xwe de rengê welatê xwe, dengê êşa welatê xwe ji cîhanê re nîşan bidim.”

KOMA ORCHID JI BO OLÎN BÛ HÊZ  

Olîn Kalê diyar ku bi avakirina Koma Orchid re hîn bêhtir pêş ket û wiha domand, “Ez pir kêfxweş bûm dema Koma Orchid hat avakirin û ez tevlî bûm. Dema me bi hev re kolanên bajarê xwe dixemiland û şopa me di her cihekî de dima. Tişta herî ku Koma Orchid bala min kişand, alîkariya wê bi zarokên nexweş û zarokên şehîdan re bû. Tişta me ji tabloyên xwe yan jî wêneyên xwe qezenc dikir, li zarokên şehîdan û nexweş re dihat şandin. Her wiha em di pêşengiha ‘Çîroka Serkeftinê’ jî pêşdar bûn.”

‘JIN RENGÊ XWEŞIK DIDE CIVAKÊ’

Olîn Kalê destnîşan kir ku wek jin li hemberî hişmendiya civaka serdest û zilamperest kişandiye  lê ev  yek ji bo xwe nekire binketin û wiha pêl da axftina xwe, “Ez wek jinek Kurd despêka min dest bi hunera wênesaziyê kir erê kirina civakê zehmet bû. Ji ber ku huner layiqê jin nedidîtin û nedixwestin jin çand û hunera xwe pêş bixe. Di nêrîna min de em jin bi taybet rengê herî xweşik dikarin bidin jiyan ê. Em dikarin bi hestên xwe yê hûnerî hêviya civaka xwe bi hêz bikin. Lê di heman demê de em wek jin rastî van astengiyên bi vî rengî tên, ew jî sedema wê bandota hişmendiya zilamê serdest yê ku jin ji bo xwe koke didît. Em hewil didin li dijî vê hişmendiyê têkoşîn bikin û di hemû  aliyên civakê de bibin pêşeng.”