'Bi çalakiya hevala Bêrîtan re artêşbûyîna jinê pêş ket'

‘’Em dizanin ku arteşbûyîna jinê nebê, hêza jinê de kêmmayîn derdikeve û jin bê parastin dimînê. Arteşbûyîna jinê parastina cewherî ya jinê ye jî. Li ser vî esasî em jî li ser van çiyayan jiyan dijîn.’’

Gerîllaya YJA Starê Binevş Agir, li ser 25’ê Cotmehê salvegera Şehîd Bêrîtan nerîna xwe anî ser ziman. Agir got: “Dema hevala Bêrîtan tê gotin ji bo me xeta YJA Starê îfade dike. Ji ber ku hevala Bêrîtan, bi sekn û tevlîbûna xwe wê xetê diyar kir. Ev sekin li hemberê xiyaneta hundirîn, ya di nav Kurdan de heyî û li hemberî komployê xwe da pêş. Ev ji bo hemû milîtanên jin û xort tê vê wateyê.

Hevala Bêrîtan xwendekarê zanîngeha Îstanbolê bû, ji vir tevlî bû û di nava demeke kurt de xwe zû pêş xist. Di asteke pir xurt de tevlê bû, di nava şer de jî mohra xwe lê da û bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsand. Em jî şopdarê hevala Bêrîtan in. Di vê salvegera şehadeta hevala Bêrîtan were bibîranîn û her tim di mejiyê me de bi cih bibe. Wekî gotin, navekî pratîk dibe ‘em şopdarê hevala Bêrîtan in’, ji xwe niha jî şopdarên hevala Bêrîtan li Heftanînê li hemberî heman nêzîkatî û heman dagirkerî li ber xwe dide. Heval Rustêm li ber xwe dide, wek hevala Bêrîtan bi heman şewazê çalakiya xwe pêk tînê. Ew jî bû sembol û mînakek. Hevala Amara Roj û hevala Nûcan Sersoz jî bi seknekî pir xurt tevlî şer bûn û bi berxwedanî şehît ketin; berxwedaniyeke pir mezin raber kirin.”

LI DIJÎ ÎXANETÊ VÎN DIDOME

Gerîlla Binevş di berdewamiya axaftina xwe de bal kİşand  ser vîna Bêrîtan ya ku teslîmiyetê qebûl nake û wiha pê de çû: “Hevala Bêrîtan xwe ji du aliyan ve pêş dixist, hem di aliyê fikrî de hem jî di aliyê şer de. Di demekE kurt de bû fermandara şêr. Hem hevalê xort pêş dixist, hem jî hevalên jin û hemû fikrandinê xwe dida şer. Hestê tolhildana xwe roj bi roj mezin dikir û ser wê esasî tevlî şerê li dijî îxanetê bû. Di vî şerî de jî rastî jî helwesteke pir xurt nîşan da. Ji bo ku teslîmê dijmin nebe, çeka xwe îmha kir û bi tîlîliyan xwe ji zinaran avet. Ev ji bo me wek qêrîna jinan ya hezaran salan e. Ji bo me ev qêrîna azadiyê ye. Çawa Besêyan li Dêrsimê û di dîroka Kurdistanê de jinên Kurd heman sekin raber kirine, hevala Bêrîtan jî heman sekin raber kir. Wê sekna jina Kurd ya azad, bi xwe re hemû xort û jinên Kurd jî ber bi xwe we dikşînê. Niha jî em ser vî esasaî di xeta van de dimeşin.”

JIN BI ARTÊŞBÛYINA XWE HEYE

Binevş Agir destnîşan kir ku jin bi arteşbûyîna xwe ve heye, Hevala Bêrîtan bingeha wê ava kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi çalakiya hevala Bêrîtan re artêşbûyîna jinê pêş ket. Di berdewamiya wê de kongre çebû û partibûna jinê ava bû. Ev bû gava yekemîn. Ev her ku çû xurttir bû. Her ku çû di kesayeta hevala Bêrîtan de şopdarên wê zêde bûn û peş ketin. Îro jî bûye partî wek PAJK û di nav PKK’ê de peşengiya partiyê dikin. Divê mirov vê mîrateyê bi hevala Bêrîtan ve binirxîne.

Em dizanin ku arteşbûyîna jinê nebe vê di heza jinê de kêmasî çêbibin û jin bê parastin bimîne. Arteşbûyîna jinê, parastina cewherî ya jinê ye jî. Li ser vî esasî em jî li ser van çiyayan jiyan dikin. Di heman demê de em parêzvanên dilên ku di nav bajaran de diavêjê, jinên ku hêz dixwazin û bin destin. Artêşa me, hemû jinan digrê nav xwe. Em jî vî tiştî deyndarê hevala Bêrîtan in, em li ser şopa wê vê nezîkatiyê raber dikin. Bi arteşbûyîna jinê ve ancax şoreş çebibe.

Tê zanîn ku bi arteşbûyîna jinê re jin xwe xurt dike û xwe diparêze. Di heman demê de ne tenê xwe, belku bi giştî  jinan û civakê diparêze. Ji ber ku destdirêjiya li hemberî jinê û bin xistina jinê di heman deme de binketin û dest avetina giştî civakê yê. Ser vî esasî bi arteşbûyîna jinê re jin xurt dibe û xwe diparêze. Îro ne tenê em wek YJA STAR, belku li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî jin xwe rexistin dike û peşengtiya civakê dike. Hemû jinên civakê bi xwe kom bûn û bi xwe rexistina xwe pêş xistin. bêguman şêwazê ku li çiya pêş dikeve ji bo van bû çavkanî, mînak û ji bo xwe hêz girtinek bû. YPJ, YPS Jin û YJŞ îro di cîhanê de bû mînak û îlham. Jin pêwîste li hembrî hişmendiya dagirkeriyê bisekînê û xwe biparêze. Em hemû bi hevre hêz in, ew hemû mîrateya salên 90’î û ya beriya wê pêş ketî ye. Hevalên ku di oxira wê dozê de şehit bûne, di têkoşînê de cih girtine û bi taybet çalakî û fikrandina hevala Bêrîtan ji bo me bû îlham, ji bo arteş û jinên din jî dibin îlham. Pêwîste mirov her tim wê xurt bike, lewma heya ku em wê hişmendiyê têk nebin û wê destdirêjiyê ji holê ranekin, emê emê têbikoşin, di nav şerêkî pir dijwar de bin û emê tola jinan bistînin.”