Başaran: Tecrîd bû navê şer û tinehesibandina Kurdan

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Başaran got, ''Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê êşkence, tinehesibandina Kurdan.''

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyaniya çapemeniyê da. 

Başaran bal kişande ser grêva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û got, ''Tecrîd di şexsê Rêzdar Ocalan de ji Imraliyê dest pê kir û li tevahiya welêt hate berbelavkirin. Enecamên tecrîdê îro gel lê pêşî jin germegerma hîs dikin û dijî. Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê hejariyê. Tecrîd bû navê ku Tirkiye li qada navnetewî xwe îzole bike. Tecrîd li vî welatî bû navê êşkenceyê, navê tinehesibandina Kurdan.''

Başaran li ser grêva birçîbûnê got, ''Girtiyên siyasî li nav çar dîwaran li dijî rêbazên êşkenceyê yên li ser wan û li dijî nehiqûqiya pakêta înfazê dengê xwe radikin. Dawî li vê kirina dermirovî bînin. Dawî li vê rêbaza êşkenceyê bînin. Girtî dibêjin, ''Dawî li polîtîkayên êrîşkar û ewlehîxwaz ên li ser polîtîkayên Kurd bînin, tecrîdê rakin.'' Daxwaza girtiyên polîtîk daxwaza me ye jî, daxwaza gelê Kurd e.''

Başaran bi berdewamî têkilî xweparastina jinan got, ''Xweparastin meşrû ye'' û domand: ''Di Qanûna Cezayê ya Tirk de jî xala bi navê parastina meşrû heye. Bi tinehesibandina vê, ji bo ku xwe parastine girtina jinan em qebûl nakin. Em careke dî bi bîr dixin, yek ji hêza me ya girîng a xweprastinê rêxistiniya me ye. Tam jî ji ber vê sedemê têkoşîna jinan a rêxistinî kirin hedef.''

Berdevka Meclîsa  Jinan a HDP'ê Başaran Têkilî girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemergê Leyla Guven jî got, ''Leyla Guven ne ji ber ku sûc kiriye hatiye girtin. Leyla Guven ji bo ku têdikoşî, ji bo ku li dijî vê pergala zilam serwer a yekreng têdikoşî hate darizandin.''

Başaran bi bîr xist alternatîfa pergala zilamserwer li Rojava hatiye danîn û got, ''Em jiyîna vê û encamên ku vê derxistine holê hemû bi hev re dibînin. Dema ku em li çend aliyên modêla Rojava dinerin ji ber ku bûye alternatîfa pergalê dibe hedef, ji bo ku pergala desthilatê dihejîne dibe mijara darizandinê. Binerin li Rojava bi pêşengiya jinan civakeke azad, ekolojîk û demokratîk tê avakirin. ''

Başaran herî dawî got 2021'an ew ê têkoşîna azadiya jinê geştir bikin û got, ''Em pê dizanin ji rewşa bêdadiyê ya darazê herî zêde jin karîger dibin. Herî pir jin ji tecrîdê, ji krîza aborî ya hêla koronayê karîger dibin. Destkeftî, destkeftiyên hemû jinan, yên femînistên li Tirkiyê, jinên sosyalîst û Tevgera Jina Kurd in. Em mecbûr in ku van destkeftiyên xwe biparêzin, dahatuya xwe ava bikin. Li dijî vê siyaseta şer û mêraniyê em bi hev re dikarin jiyana bi azadîxwaziya jinê û ekolojîk ava bikin.''