Başaran: Li gel êrişan jî şaredariyên me karê xwe didomînin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, ku li gel êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê wan kooperatîfên jinan, xeta ragihandina tundiyê û navendên piştevaniyê vekirine.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li ser hesabê medya dîjîtal a partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî.

Başaran bal kişand ser bandora pandemiyê li jinan û diyar kir ku desthilatdariyê ti tevdîr negirtiye.

Başaran anî ziman, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dijminatiya li jinan û Kurdan hewl dide welêt parçe bike û bi bîr xist, di meha Nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin ku 16 ji wan li malên ku desthilatdarî bang dike ku li wir bimînin hatin qetilkirin.

Başaran got, "Piraniya jinên li malê, derdora 80 ji sedî bûn hedefa tundiya fîzîkî, 93 ji sedî jî bûn hedefa tundiya psîkolojîk û daxwaza ji bo stargehan 78 ji sedî zêde bû."

Başaran diya rkir ku desthilatdarî li şûna jinan, kiryaran diparêze û got, "Dewletê bi destê xwe jiyana jinan xiste nava metirsiyê."

'12 HEVŞAREDARÊN ME YÊN JIN GIRTÎ NE'

Başaran bal kişand ser zext û zordariya li ser şaredariyên wan û bi bîr xist ku li 40 şaredariyên wan ku 8 ji wan di dema vîrûsa koronayê de, qeyûm hatin tayînkirin. Başaran got, "Ji 40 şaredariyên me 12 hevşaredarên jin hîn jî girtî ne."

Bi dewamî Başaran got, "Şaredariya me ya Qersê karê ku desthiladariyê nekarî bike, kir. Kooperatîfa Jinan ava kir, Mor Kafe vekir. Şaredariyên me yên Silopiya û Sêrtê karê ku diviyabû desthilatdariyê bikira kirin, xeta ragihandina tundiyê xistin meriyetê. Şaredariya me a Sêrtê Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn xist xizmetê ku jin dikarin xwe bigihîne wê. Amadekariyên navenda sporê ya ji bo jinan heye, wê ew jî bê avakirin. Yanî li gel êrişan hemûyan, şaredariyên me, rêveberiyên me yên xwecihî, xizmetê dide jinan, gel. Bi şaredariya komunal, bi nêrîna jinê, bi şaredariya gel û civakî hewl didin vê pêvajoyê bi rê ve bibin."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ji bo Gulistan Dokû ya li Dersimê hate windakirin banga piştevaniyê kir.