Avesta: PKK, 40 sal in xwe bi xwîn û ronahiya şehîdan dafirîne

Avesta bal kişand ser têkoşîna 40 salan a PKK'ê û got, "Rastiya şehîdan afirandina hişmendiya netewebûnê ye. Şehîdan bi xwîna xwe yekîtiya gelan û Kurdê azad afirandin."

Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera 40. a Şehîdên Tevgera Azadiyê ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.

Avesta, di şexsê şehîdê destpêkê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê bibîranîn û wiha behsa rastî û girîngiya şehîdan kir; "Ez di serî de tevahî şehîdên azadiyê, lehengên gelê me, hevrêyên dozê, dil û mêjiyê tevgera APOYÎ û hevrê Rêber APO Hakî Karer di salvegera şehadeta wî ya 40. de bi rêzdarî û bi minet bibîr tînim. Di şexsê heval Hakî Karer, hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên azadiyê li tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn, derveyî welat û li cihê ku şehîd hatiye dayîn ew cihê azadiyê ne. Ez bi vê boneyê dîsa hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Soz û peymana ku me daye şehîdan em vê dozê bi ser bixînin."

'HAKÎ JI BEHRA REŞ BERÊ XWE DA KURDISTANÊ'

Avesta got, meha Gulanê ji bo tevgera wan meha lehengan e, meha têkoşîn, berxwedan, rûmeta mezin û manewiyeta ku wan li ser piya digigre ye û bi vî rengî qala şoreşger û pêşengên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane kir; "Meha Gulanê, meha lehengan e, meha tekoşînê ye, meha berxwedanê ye, meha rûmeta mezin e û meha manewiyeta ku herî zêde me li ser piya digire ye. Gulam, meha manewiyata şoreşgeriyê ye. Di 18’ê Gulana sala 1977’an de, di encama êrîşeke xiyanetî û komplogerî de pêşengê fikir û ramanê Rêber APO, pêşengê azadiyê, kesayatê rûmetdar ku ji Behra Reş berê xwe da Kurdistanê, hate şehîdxistin. Bê ku dudiliyekî bijî, baweriya xwe ya yekîtî û hevgirtiya gelê kurd û tirk dijiya. Wî, azadiyê gelê Tirkiyê di rizgarkirina gelê Kurdistanê de didît. Hevrê Hakî Karer,di encama komployê de hate şehîdkirin û heya roja îro meha Gulanê êdî her tim li dora Hakî Karer, di xeta vî rêhevalê hêja de leheng li xwe kom kirin. Di nava 40 salên dirêj de ku gotinek dibê; bi gotin rihet e, 40 salên tekoşînek ji agir weke Rêber APO dibêje; 'weke pira selatê' bû. Di pêvajoyeke awarte de bi zorî û zehmet ewqasî jî ku tê de fedekarî û qehremantî pêş ket di vê çil salî de di şexsê şehîdên Gulanê de hemû Kom bûne. Di meha Gulanê de yên ku dîrok nûjen kirin, mohra xwe li dîrokê dan û nehiştin agirê azadiyê bitemire timî bi fedakarî geş kirin. Û bi vî awayî her pêngaveke têkoşînê bi serkeftinê tacîdar kirin şehîd bûn û ev leheng bûn. Hevalê Hakî Karer, Xelîl Çavgun, Ferhat Kurtay tevî sê hevalên xwe di berxwedana zindanê de di 18 Gulana 1982’yan de li hemberî zilma faşîzma 12’ê Îlonê, serî dan, can dan û xwe kirin weke mûm helandin, şewitandin lê sir nedan û dev ji azadiya xwe bernedan. Hevalê Ferhat, Necmî, Mahmud û Eşref van hevalên rêzdar di dîroka tekoşîna azadiyê de xwedî cihekî girîng in. Wan, zindana tarî, bi ronahiya agirê canê xwe ronî û geş kirin. Dîsa ewladên gelê Tirkiyê, şoreşgerên mezin Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan ên ku ji şoreşa gelan re pêşengî kirin li ber darê sêdarê bi şîara biratiya gelê û tirk baweriya xwe dane diyar kirin. 6’ ê Gulana 1972’yan roja şehadeta wan şoreşgeran e. Em dikarin bêjin ku di çil salê tekoşîna PKK’ê de ew pêş dîtin û qêrînên Denîzan bi wate bûn. Û ew mîrateya wan heya roja îro hat parastin, pêş xistin û mezin kirin."

'MIZGÎN PÊŞENGEKE TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ BÛ'

Avesta diyar kir ku tevgera PKK di heman demê de bingeha şoreşa jinê daniye û di şexsê Gûrbet Aydin de behsa şehîd û pêşengên jina Kurd kir; "Dîsa ev têkoşîna PKK’ê ku weke tekoşîna jinê ye, gelek hevrêyên me yên çeleng ên jin di vê meha Gulanê de gihîştine şehadetê hene. Di kesayeta hevala Gurbet Aydin, Hozan Mizgîn de ku ew pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê ne, rêxistina xweser ya jinê û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê YJWK bi kar û xebata hevrê Mizgîn destpê kir, li derveyî welat û veguherandin tevahî Kurdistanê. Dîsa keça kurd a berxwedêr Leyla Qasim di 13’ê Gulana 1974’an de ji hêla rêjîma faşîst a Baas’ê ve hate darvekirin. Car din rêheval Şîrîn Elemihulî tevî sê hevalên xwe di 9’ê Gulana 2010’î de ji aliyê rêjîma dagirker û paşverû ya Îranê ve hatin darvekirin. Di şexsê heval Hêlîn û Salihan de ku di 16’ê Gulana 1997’an de li bajarê Hewlêrê komkujiya bi destê xiyaneta PDK’ê li ser hevalên me yê birîndar hate kirin hemû şehîdên vê komkujiyê bi bîr tînim."

'ŞEHÎDAN RÊBER APO AVA KIR, RÊBER APO ŞEHÎD DI ASTA HERÎ BILIND DE MEZIN KIR'

Endama Konseya Serokatiya KCK'ê Sozdar Avesta, di dewama axaftina xwe de behsa keddayîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo şehîdan kir û got; "Ji sala 1977’an û heya roja îro her salek di tekoşîna me de bûye sala berxwedana mezin û bûye serketina şehîdan. Ji ber wê hêj di sala 1981’an de di Konferansa 1. ya PKK’ê de dema hate li darxistin biryar girt ku meha Gulanê bibe meha şehîdan. Şehîdên me hebûn û pêşeroja me ne û roja me ya îro ne. Û lewma PKK bûye partiyeke şehîdan. Yê ku nirxên herî mezin li şehîdan barkirî û soza bi cihanîna doza wan dayî Rêber APO ye. Rêber APO, şehîd xiste bingeha pêngavên mezin û tu caran nehêşt keda wan vala biçe, timî bû rêhevalê herî dilpak ê doza wan. Rêbertî şehîd nemir kirin û şehîd di şexsê Rêber APO de her roj bûne jiyaneke nû, derketineke nû li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Şehîdan Rêber APO ava kir, Rêber APO şehîd di asta herî bilind de mezin kir, nemir kir; di dil, rih, mejî, felsef û jiyana PKK’ê de bi partî kir, bi artêş kir, bi berxwedan kir û kir malê bi milyonan gel. Ji ber wê, şehîdan herî zêde di şexsê Rêber APO de hebûna xwe dîtin. Û azadiya civaka xwe dîtin kilîtî vê dozê bûn. Wekî Rêber APO digot ‘heval Hakî rihê min ê veşartî ye’ di heman demê de em baş dizanin ku hemû jiyana şehîdan di fikir û ramanê Rêber APO de, bi felsefeya jiyana nû de îro êdî bûye rihê civakên demoratîk wekhev ku li azadiya xwe digerin tê de dijîn. Rastiya şehîdan pêşî li tunebûnê girt û êdî tunebûn ji holê rakir û şehîdan riya azadiyê ronî kir. Şehîd, îro di Kurdistanê de û li tevahî rojhilata navîn de bûne hebûna jiyana azad. Weke PKK, em dikarin vê bibêjin em partiyeke şehîdan in, partiyeke leheng û qehreman in."

'DI NAVA PKK'Ê DE JI HEMÛ NETEWEYAN ŞEHÎD ŞERVAN Û BERXWEDÊR HENE'

Avesta anî ziman, tevgera wan temsîla hemû gelan dike, lewma jî ji her neteweyan şehîdên wan hene û axaftina xwe dewam kir; "PKK, bi şehîdên xwe gihaye van rojan. Eger îro PKK, tevgereke APOYÎ di tevahiya herêmê de tevgereke enternasyonal be, ji Hakî Kareran, ji Kemal Pîran destpê kir bi Rojbîn Ereb, Hêlîn Çerkez, Elefterya Yewnan ku îro li tevahiya Rojhilata Navîn û bi taybet jî di sazkirina pergala federasyona demokratîk a Bakurê Suriyê de şervanên YPG-QSD’ê de bûne weke lehiyek û diherikin. Lewre PKK, partiyeke enternasyonal e. Di PKK’ê de ji hemû netewan şehîd, şervan û berxwedêr hene. Gundî, karker, xwendevan, esnaf rewşenbîr, rojnemevan, siyasetmedar, jin ciwan hemû pêkhateyên civakê, di PKK’ê de gihane mertebeya şehadetê. Car din her sê olên mezin ku li ser vê xaka mezopotamyayê hatine bi pêşxitin îro di xeta APOYÎ û şehîdan de, di nava pêşengiya PKK’ê de xwe bi bîr û baweriyên cuda cuda berdewam dike. Di nava şehîd û kadroyên PKK’ê de misilman, Elewî, Êzîdî, Kakayî, Tirkmen, Suryanî, Xiristyanî û Şia hene. Ev jî dide xuyakirin ku PKK ji çavkaniya cewherê Rojhilata Navîn ava kirin û li ser van nirxên pîroz tekoşîna xwe pêş xistiye. Ev taybetmendî hemû bi saya van şehîdan e. Ji bo wê PKK di tekoşîna xwe de tu carî sînor nas nekir, astengî nedît û negot ev der ji bo tekoşîna derfetên xwe kêm in. Ji ber ku PKK hawengê meyand, toximê ku reşand, ji Hakî Kareran destpê dikir. Çepgirên mezin, enternesyonalê mezin, şoreşgerê bi rûmet ji bilî azadiyê, azadkirina gelan û civakan çavê xwe berneda jiyanek din. PKK’ê rêgezên xwe yê bingehîn ji vê heqîqetê wergirtin. Tekoşîn li hemû qadan da meşandin. Şehîdê xwe yê yekemîn li Dîlokê rêzeşehîdên xwe ên din li hemberî faşîzmê di zindanan de tekoşîn bilind kir."

'ZINDAN JI SALÊN 80'Ê Û VIR VE KELEHÊN BERXWEDANÊ NE'

Avesta her wiha di şexsê Mazlûm Dogan û Kemal Pîr de behsa berxwedana di zîndanan de hatiye pêşxistin jî kir û wiha got; "Bi Mazlûm Doganan destpê kir, bi Ferhat Kûtrayan agir gur kir, bi Xeyrî, Kemal, Akîf û Aliyan berxwedan mayînde kir, zindan kire keleha berxwedanê; kirin cihê azadiyê, kirin cihê rûmet û manewiyatê û veguherandin akedemiya zanista felsefîk. Dijmin zindan ava kirin ji bo şoreşgeran qetil bike, çavtirsandî bike milîtanên rêzdar ev hemû vala derxistin û zindan ji salên 80’î û vir ve kelehên berxwedanê ne. Lewma îro jî bi sedan dîlgirtiyên azadiyê di zindanan de li ber xwe didin. Li ser şopa Ferhatan, Mazluman, Kemalan, Xeyrîyan û yên li pişt re di zindanan de şehîd bûn. Di tekoşîna gelê me û şoreşa mirovahiyê de zindan her tim bûne pêşengên pêşerojê."

"Sala 2017’an jî car din li hemberî hemû kiryarên faşîzmê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger zêdetirî du mehan berdewam kir. Pergala sedsalî ya faşîzma dewleta tirk li hember vê vîna mezin û tekoşîna li dora wan darberyekî mezin xwar. Û armanca ku dixwest dîktatoriya xwe bi rêjeyeke mezin misoger bike bi sernexist. Ev jî dide diyarkirin ku tekoşîna zindanan jî di rêya şehîdan de cihekî xwe yê girîng heye. PKK’ê şehîdên xwe li bajaran, zindan û serê çiya agirê destê Mazluman ku Egîdan dewr girt. Û ji sala 1984’an û vir ve li ser riya Egîdan êdî bi hezaran şehîd di vê şopê de meşiyan û xwe gîhandin azadiyê. Zincîra şehadetê bi hezaran km dirêj bûye. Êdî erdnîgariya Kurdistanê bihurand, li Ewrûpa, Asya, Rusyayê, dîsa ji Filîstinê heta erdnîgariya Rojhilata Navîn, her çar beşên Kurdistanê û hemû gelên di vê herêmê de dijîn di hemû qadan de li ser vê xeta şehîdên PKK’ê çêbûye. Bosteke vê xakê bê xwîna şehîdan nehatiye rizgarkirin. Derfetên ku hatine avakirin bi saya şehîdan e. Eger îro li Ewrûpa û Rusya tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê pêl bi pêl mezin dibe li nirxên xwe xwedî derdikeve, keda mezin a şehîdên di vê qadê de hatine dayîn e. Şehîd, bûye nirxê zanebûna neteweyî. Şehîd zanebûna netewebûnê pêş xist. Şehîdan yekîtiya gelê Kurd bi xwîna xwe ava kirin. Şoreşgerên mezin Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn 2’ê Gulana 1983’yan ji bona navbeykariya partiyên siyasî yên kurd de bikin, hatin şehîdxistin. Qendîl îro bi saya wan şehîdên mezin bûye navenda mezin a tekoşîna azadiyê. Ji bona wê şehîdên me di avakirina yekgirtina kurdê azad de rola pêşeng leyîstine. Em dikarin bêjin şehîdan bi sekna xwe bi gelê kurd tama azadiyê dane tamijandin."

'AZADIYA JINÊ BI TÊKOŞÎNA SARA MISOGER E'

Sozdar Avesta, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew bi saya têkoşîna Sara îro fêrî têkoşînê, şer û jiyanê bûne û bi van gotinên xwe behsa kesayeta sara kir; "Bi giştî tekoşîna azadiya jinê felsefa Rêber APO ya demokratîk û avakirina netewa demokratîk bi saya van şehîdên me ye. Bi hezaran jin, ji bo azadiya xwe bê dudilî dest avêtin çekê û derketin serê çiya. Şopdarên Besê Anuşan, Bnevş Agalan, Gurbet Aydinan heta roja îro li ser xeta Sarayan jin bûn xwedî cihekî girîng. Rêber APO got; “Azadiya jinê, bi tekoşîna Sara misoger e.” Tekoşînvan û pêşenga tevgera me, damezrînera PKK’ê rêheval Sakîne Cansiz herî zêde ya ku şopdara rêka şehîdan bû. Bi felsefeya xwe ya jiyanê, bi rêhevaltiya xwe, bi vîna xwe ya mezin, bi sekna xwe ya watedar ku her tim digot; ‘jiyana min tekoşîn bû’, ji bo jinên kurd û Kurdistaniyan û jinên cîhanê îro di vê xetê de xwedî hêviyeke mezin e. Ji Sarayan destpê kir heyanî Zîlanan, Bêrîtanan, Semayan, Arînan û heta roja îro hat. Yên ku xiyanet bin xistin tu carî xiyanet nepejirandin li hemberî her cure teslîmkarî û bê tekoşînbûnê xeta şehîdan di şexsê hevala Bêrîtan de bûye bersîveke pîroz."

'EM JI HER DEMÊ ZÊDETIR NÊZÎ AZADIYÊ NE'

Avesta diyar kir, ew ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne û wiha domand; "Şehîdan her tim merheleyekî bi encam kirine. Îro gelê Kurdistan û Herêmê bi saya fikir û ramanên Rêber APO felsefeya Rêber APO di partîbûna PKK’ê de bûye pêşeng û rêber. Li hemberî hemû cûreyên êrîşan xwe diparêzin, tekoşînê bilind dikin, rihê azadî û serkeftinê bîr û baweriya wan bi wan xurt bûye û li ser wê bingehê gîhane roja îro. Ji bona wê îro em dibînin li tevahiya Kurdistanê gelên Kurdistan û gelên bindest li ser şopa van şehîdan êdî lehengî, şehadetî ketiye nava civakê. Êdî civak di vê rêya bi rûmet de rabûye ser piyan. Êdî bi milyonan û pêl bi pêl li her cihî tekoşîna azadiyê bilind dikin. Û di serî de jin û ciwan wekî pêşengên şoreşa azadiyê û di pêşengtiya van her du pêkhateyan de tevahiya civakê bê teredût li hebûna xwe û azadiya xwe digere. Bêguman gelê Kurdistanê ji bo azadiyê pir bedelên mezin dane, şehîdên bi rûmet dane. Di şoreşa rojavayê Kurdistan û avakirina federasyona Bakûrê Suriyê de bi hezaran şehîd dane. Di sedsala 21. de yê ku xwestin ronahiya civakan tarî bikin, ên ku xwestin azadiyê tune bikin, gelan di nava taristaniyê de bihêlin bi saya şehîdan, binketin. Îro li Rojava, Şengal, Bakûr, Başûr, Rojhilat, li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê em şehîdan didin û berxwedan mezin e. Êdî ev tekoşîn ber bi azadiyê ve diçe. Em ji her demê zêdetir nêzîkî azadiyê ne. Bi şehîdên xwe, Rêberê xwe, gelê xwe, şervanên azadiyê û bi pêşengtiya jin û ciwanan vê tevgerê neketina xwe bi her kesekî daye qebûlkirin."

'2017 WÊ BIBE SALA TÊKOŞÎNEKE MEZIN Û BICIHANÎNA SOZA ŞEHÎDAN'

Avesta, di dawiya axaftinên xwe de balkişand ser êrîş û şerê topyekûn yê li hemberî tevgera wan bang li gel ciwan û jinan kir ku li dora şehîd û Rêberê xwe bibin xelek û bi van peyaman dawî li axaftina xwe anî; “Sala 2017’an meha Gulanê ji niha de xuyaye wê bibe meha bilindkirin tekoşîna mezin. Wê bibe meha cejna şehîdan ku cejna şehîdan, bilindkirina tekoşînê ye, ne qelskirina tekoşîn ye. Sala 2017’an, ji her salê zêdetir wê bi tekoşînek mezin derbas bibe. Ev jî mezinkirina şehîdan e. Rêber APO dibêje; ‘pêwîst e mirov ji dayîna şahadetan netirse, ji bê tekoşînbûnê, ji rizandinê û paşdeketinê bitirse’. Şehîdan, pîvanên azadiyê heya mertebeya dawî bilind kirine. Pêwîst e em bi her awayî xwe bighînin van pîvanan. Em weke rêhevalên wan nê tekoşînê di sala 2017’an de, bi manewiyata wan, bi hemû hêz, bîr û bawerî û hebûna ku me ji wan girtî derfetê tekoşînê ji her demekî zêdetir ku wan bê derfetê dest pê kirin, lê êdî em bi van derfetan mezin bi ser bixînin. Bi tu şêwazî gelê Kurdistanê, gelên Herêmê, hemû pêkhateyên civakê, hemû çandên pîroz, çanda gelan, hemû manewiyata bîr û baweriyên civakan tu carî bi bin nexînin û karibin bersîveke xurt bidinê. Sala 2017’an li ser bîranîna çil salan vegerandina wan e."

"40 sal e PKK bê navber şehîdan dide. PKK, 40 sal e heya bi ronahiya şehîdan, bi xwîn û baweriya şehîdan, bi berxwedana şehîdan xwe nû kiriye xwe mezin kiriye hêviya azadî û serkeftinê mezintir kiriye. Çawa ku ji tunebûnê destpê kir û heya roja îro anî, çawa şehîdê xwe yê yekemîn li hemberî xiyanetê, komplogerî û li hemberî tunekirina civakê daye îro jî bi heman rengî piştî 40 salan xiyanet, faşîzim, dagirkerî li ser gelê Kurdistanê careke din dixwaze xwe ferz bike. Ne dewleta faşîst a tirk, ne jî hevkarê wî PDK û hemû hevkarên wan ên dî wê tu carî nikaribin li hemberî vê berxwedana mezin, vê sekna jiyana mezin, vê bîr û baweriya mezin, vê qehremantiyê, vê şêwazê lêxistin û bi destxistinê û çûna fedayane ya ser dijmin kes dê nikaribe li hemberî wê bisekine. Şansê van hêzan ya serxistinê tune ye. Di sala 2012’an de rêheval Êrîş û Andok bi şêwazê gerîlayên nûjen ku endamên tabura nemiran bûn, ciwanên xweşik û delal ew jî şehîdên meha Gulanê ne, bi rihê fedayane pêngava Şemzînanê ya şerê gelê şoreşgerî starta wê dan û bi ser xistin. Sala 2015’an car din bi îlankirina rêveberiyên xweser bi pêşengtiya Çiyager, Îslam, Rûken, Axîn, Mehmet, Sêvê, Asya û Pakîzeyan her wiha dayîka taybet meşiya. Sala 2017’an jî êdî diyar e li ser xeta şehîdan, li hemberî hemû êrîşên hovane wê berxwedan mezin bibe. Û bi vê berxwedanê em ê serkeftinê misoger bikin. Bi vê bîr û baweriya mezin ez careke din girêdana me rast bi şehîd re, rexnedana rast li hemberî şehîd, Serok APO, girtiyên azadî û gelê me xwe ji hemû kêm kurtî û nebesiyan durxistin, di yek hedefî de xwe kîlitkirin, kilîtbûna azadiyê, kilîtbûna serkeftinê be. Bi her awayî tekoşînê mezintir bikin, yekîtiya gelan mezintir bikin. Kongreya gelan, ji bo hevgirtinekî pêş bixînin, ji bo neteweke demokratîk karibin saz bikin, bi vê zanistê hemû ciwanên azadîxwaz, qehreman û jinên ciwan ên li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat ji bo bilindkirina van leheng û nemiran di xeta Êrîş, Andok, Hakî Karer, Mizgîn, Şîrîn û Denîz’an de bang li ciwanan dikim berê xwe bidin nava refên şervanên azadiyê, çiyayên azad û herêmên ku têde berxwedan mezin dibe. Sal sala serkeftina mezin e. Sal sala azadiya Rêber APO’ye. Sal sala avakirina yekîtiya gelê kurd ya bi wate ye. Sal, sala 40 salî ku şehadeta şoreşgerê mezin rêhevalê Rêber APO, Hakî Karer e. Divê em vê 40 saliyê veguherînin tekoşîn û serkeftineke mezin û mayînde. Bîr û baweriya min li ser vê bingehê ye. Û li ser vê bingehê ez car din hemû şehîdên azadiyê di şexsê rêheval Hakî Karer de bi bîr tînim li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim dibêjim şehîd namirin û wê her tim di dilê me de bijîn, bijî şehîd, bijî serok APO."