Arîn ji bo mirovahiyê Heftanînê diparêze

Şervana Ereb Arîn a ji serê berxwedanê ve di nava Cenga Heftanînê de cih digire, ji bo hilweşandina faşîzmê û mirovahiyê têkoşîn dike.

Di nava Cenga Heftanînê de ji gelek neteweyan leheng cihên xwe digirin. Ne tenê ji netewa Kurd, ji netewa Ereb, Tirk, Faris û gelek neteweyên biyanî şervan di nava Cenga Heftanînê de têdikoşin. Bi baweriyeke mezin xaka Heftanînê diparêzin.

Yek ji van şervanan jî şervana ji netewa Ereb Arîn e. Dema mirov li berxwedana Heftanînê dinêre, nizanê kî/ê ji kîjan neteweyê ye. Li Heftanînê her kes ji bo hilweşandina faşîzmê û mirovahiyê têdikoşin. Şerê li Heftanînê tê kirin, ji bo hemû neteweyên ku li azadiyê digerin tê kirin.

Arîn a şervanek ji netewa Ereb e, ji serê destpêkirina berxwedanê û vir ve li nava Cenga Heftanînê cih digire. Arîn a xwedî rûyek bi ken, bi coş û bi hêz û xwedî vîneke ya Apoyî, bi sekvaniya xwe ya baş tê nasîn.

Arîn a ji nava civakek feodal hatî, nîşan da ku şervaneke Ereb çawa dikare li çiyayan li ber xwe bide. Arîn a li nava gelek çalakiyan cihê xwe girt, gelek ji leşkerên Tirk kuştiye. Di nava Cenga Heftanînê de roleke wê ya berbi çav heye. Arîn a di nava Cenga Heftanînê de li ser şopa gelek şehîdan dimeşe, îro ji bo mirovahiyê Heftanînê diparêze.