Amed, li dijî kuştinên jinan di çalakiya bêdeng de ye

Amed, bi armanca ku balê bikêşe ser kuştinên jinan alayên bi rengê binewş û reş daliqand.

Li Amedê, rêxistinên jinan yên ku di bin navê tora têkoşîna li dijî şîddetê dixebitin, bi armanca ku balê bikêşînin ser kuştinên jinan, li her derê paçên rengên reş û binewş daliqandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), al û afîşên binewşî li bînayên navçeya Amedê û bînaya xizmetguzarî ya şaredariya Peyasê daliqandin. Li bajêr, jinan bi armanca ku balê bikêşin li balkonên piraniya malan afîşên reş û binewşî daliqandin, her wiha di nava trafîkê de jî kûrdeleyên bi rengê reş û binewşî li wesayitên xwe ve kirin.