Aktivîsta TJA’yê Bîlgîn: Em xeta têkoşînê geştir bikin

Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku armanca wan bikampanyaya “Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” ku 19’ê Tîrmehê starta wê hatibû dayîn, guhertina zihniyeta nêrza û geşkirina xeta têkoşînê ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên kampanyaya “Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” didomine. Armanca TJA di vê kampanyayê de xwe bigihîne bi hezaran jinan. Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn qala naveroka kampanyayê û xebatên xwe kir.

Bîlgîn diyar kir ku di vê pêvajoyê de qada jiyanê li jinan hatiye tengav kirin û hişmeniya destdirêjî û destavêtinê zêde bûye û ev ji sîstemê cuda nayê destgirtin. Bîlgîn wiha domand; “Li dijî qadên desthilatdariyê yên zilamn xeta têkoşîn û tifaqa jinan me ava kiriye. Em neçar man li dijî êrîşên li ser jinan rêbazên têkoşînê pêş bêxin. Divê em li dijî hemû cûreyên êrîşan rêbazekê bibînin. Têkoşîn û tifaqa jinan a li hemû qadan li dijî desthilatdariyê xeta serhildan û têkoşînê ye. Baweriya me heye ku wê bi têkoşîna jinan zext û qirkirinên li dijî jinan bidawî bibin.”

‘DIVÊ TIFAQA JINAN BIHÊZ BIBE’

Bîlgin wiha qala armanca kampanyaya “Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir; “Em dibînin ku komkujiyên jinan, destdirêjiya li zarokan, bûyerên fûhûşê û komkujiyên li dijî çand, dîrok û xwezayê mîna Heskîf û Çiyayên Qazê zêde dibin. Li gorî çavdêriyên me meyleke zêde ya li dijî bawerî, gelan û jinan heye. Bi taybet li dijî jinan meyleke zêde heye. Ji ber vê sedemê armanca me bi kampanyayê re bihêzkirina tifaqa jinê ye.”

‘EM DIXWAZIN BENDEKÊ AVA BIKIN’

Zelal Bîlgîn bi domdarî got; “Pirsgirêka me ne li gel zayenda biyolojîk e, bi vekirî li gel hişmendiyê ye. Em dizanin ku hişmendiya desthilatdar ku nîvê civakê ava dike di nava polîtîkayeke wiha de ye ku li dijî her zindiyê şer daye destpêkirin û wê zindiyê ji jiyanê dûr bixe ye. Li dijî vê rewşê hewldana me ya avakirina bendekê heye. Bi vê bîr û baweriyê me destpê kir.”

KAMPANYAYEKÎ 6 MEHAN

Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku kampanyaya “Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” ji bo 6 mehan e û wiha domand; “Her meh mijarên bigrin dest, bi aktivîte û çalakiyên cuda em dixwazin haydarbûnekê çêbikin. Dema em dibêjin “Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan” em banga rizgarbûna ji hişmendiya ku desthilatdariya zilam avakirî dikin û dibêjin divê jin dinava aştiyê de bijîn.”

‘DAXWAZ Û BEŞDARBÛN ZÊDE DIBE’

Bîlgîn têkildarî xebatên kampanya û beşdarbûna ji bo kampanyayê ev agahî parve kir; “Meha destpêkê ji bo gelek çalakî û aktivîteyan serlêdan û xebatên me çêbûn. Em panel, konferans, perwerde û li gel vê jî aktivîteyên keyfxweşiyê lidardixin. Li trafîkê konvoyekî me ya li dijî tundiyê pêk hat. Dema me refleks dîtin li gorî çavdêriyên me pêwîsitya civakê bi vê heye.”

‘NE ZAYEND, WEKE HIŞMENDÎ...’

Aktivîsteya Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn wiha axaftina xwe bidawî kir; “Dema em vê têkoşînê dikin ne weke zayend, weke hişmendî parastina tifaqa jinan û armanca me di guhertina hişmendiya nêrza rol bigrin. Bi desteka em digrin re baweriya me heye ku em ê bi awayekî serketî bidomînin. Li beramberî vê kampanyaya keleçana jinan me dît. Ne tenê jinên Kurd, me piştgiriya bi dehan jinên ji çand û baweriyên cûda girt û em ê bidomînin. Em dizanin ku wê desteka ji bo vê kampanyayê zêdetir bibe, ji ber ku daxwaz û beşdarbûn zêde dibe.”