'Şoreşa jinên Kurd hêvî ye ji jinan hemûyan re'

Jineolojî û gundê jinwar li Liege ji jinên Belçîkî re hatin vegotin.

Li bajarê Liege yê Belçîkayê bi daxwaza saziya 'Têkoşîna li dijî tundiya malbatî' Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê semînerek ji komek ji jinên Belçîkî re pêk anî. Tevî jinên Belçîkî gelek jinên koçber û ji çandên cuda jî tevlî semînerê bûn.

Di semînerê de gundê Jinwar ê li Rojavayê Kurdistanê û mijara Jineolojiyê hatin nirxandin.

Endama komîteya jineolojiyê li Ewropayê Necîbe Qeredaxî û endama navenda jineolojiyê li Bruksel Aysel Ariş li semînerê axivîn.

Di destpêkê de der barê Kurdistanê bi taybetî Rojavayê Kurdistanê ji taybetmendiyên xwe yên cografî, çandî, siyasî, civakî û dîrokî agahiyên berfireh hatin pêşkêşkirin.

Piştre jî şoreşa Rojava Kurdistanê û pêşengiya jinan di vê şoreşê û guhertina ku armanc kiriye hatin vegotin.

Der barê gundê Jinwar de jî hate gotin, ku ne tenê cihê niştecihbûnê ye, di heman demê de qada ji nû ve avakirinê û zemînê guhertina kesayetî û pêşvebirina kesayet e.

Jinên Belçîkî jî diyar kirin ku jinên li Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî tundiya malbatî û bi gundê jinwar bûne mînak ji jinên dinyayê re.