Şoreş wê bi piştevaniya jinan bi pêş bikeve

Di Konferansa Jinan a Navneteweyî ya li Berlînê de, hat diyarkirin ku li her dera cîhanê zext û êrîş li jinan tên kirin û hat gotin ku şoreş wê bi piştevaniya jinan pêş bikeve.

Konferansa Jinan a Navneteweyî ya 2’yemîn a ku li Berlînê ya paytexta Elmanyayê ji aliyê Tevna Jin Siberojê Dihûnin ve hat lidarxistin, bi tevlêbûna bi sedan delegeyên ji 41 welatan, roja duduyan dewam kir.

Konferansê bi sernavên “Dîtina Rêya Xwe, Jin Jiyan Azadî: Çima Rêxistineke Jinan a di ser neteweyan re? Pêşniyaza Jinan a ‘Konfederalîzma Demokratîk a Cîhanê’ Çi ye?” dewam kir. Di beşa duyem a konferansê de ji berdevkên Înîsiyatîfa Aştiyê Havîn Guneşer, ji Tevgera Jinên Kurd Haskar Kirmizigul, ji Tifaqa Jinan a Navneteweyî Montes Jovîta Mataro, ji Koalîsyona Jinan a Demokratîk Boûshra Alî, nûnera Têkoşîna Bi Hev re ya Elmanya Gemeînsam Kaempfen, ji Tifaqa Jin Bi hev re Bi hêz in ya Jinan Îrem Gelkûş û Nîzol Lonko Jûana Calfûnao ya ji xelkê xwecih ê Mapûcheyê yek bi yek axivîn.

MÎMARÊ DIRÛŞMEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DI BIN TECRÎDÊ DE YE

Ji berdevkên Înîsiyatîfa Aştiyê ya Li Kurdistanê Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî, Endezyar Havîn Guneşer di beşa dawî ya konferansê de moderatortî kir.

Havîn Guneşer diyar kir ku ‘Jin jiyan azadî’ bi tenê ne dirûşmek e xwedî felsefe ye û wiha got: “Mîmarê vê dirûşmê, felsefeya azadiyê nivîsiye. Ew kes Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ku bi operasyona NATO’yê dîl hat girtin, ev 24 sal in tecrîdkirî ye. Azadiya Ocalan, azadiya me ye. Êdî dem dema şoreşa jinan hatiye. Tevî şewbê jî gel û jin, li dijî rejîmên zextker têdikoşin. Divê teqez jin li her qadên jiyanê bin.”

Ji Tevgera Jinên Kurd Haskar Kirmizigul destnîşan kir ku jin û xweza tên qirkirin û bi domdarî wiha got: “Divê em li ser pirsa ‘Em çawa hê zêdetir dikarin têkoşîna xwe pêş bixin’ bisekinin. Şoreşa jinan ne şoreşek e ku di cih de ava bû û di cih de hilweşiyaye. Modernîte di vê pêvajoya ku krîza xwe ya herî kûr dijî, herî zêde êrîşê jinan dike. Eger jin li dijê vê yekê li ber xwe nedin, wê tune bibin. Têkoşîna jinan, têkoşîna hebûnê ye. Lewma hemû jin di gelek şert û mercan de, dibin hevkar. Em çi qas bi hêz bibin, ew ê ew qas lewaz bibin. Lewma têkoşîna hevpar, ev qas giring e. Eger em di azadiya jinan de bi israr bin, divê em li dijî pergala kapîtalîst bertek raber bikin.”

‘BI TÊKOŞINA HEVPAR TIŞTEKÊ EM NEKARIN BIKIN NÎN E’

Montes Jovîta Mataro ya li ser navê Tifaqa Jinan a Navneteweyî ya ji Filîpînan tev li konferansê bû, îşaret bi giringiya piştevaniya navneteweyî kir û got ku jin hev bigirin wê di têkoşîna xwe de bi ser bikevin.

Bişra Alî ya ji Koalîsyona Jinan a Demokratîk, diyar kir ku pirsgirêkên li her welatî cuda ne lê çareserî yek e. Bişra Alî ku divê ew li dijî dewleta Tirk a jinên pêşeng dike armanc, bi hev re têbikoşin û ev gotin kirin: “Şoreş encax bi piştevaniya jinên ji her welatî bi pêş bikeve. Heke em bi hevparî têbikoşin tiştekê em nekarin nekin nîn e.“

Nûnera Têkoşîna Hevgirtî ya Elmanyayê Gemeînsam Kaempfen derbirî ku bi salan e ew û jinên Kurd bi hev re têdikoşin. Gemeînsam bi lêv kir ku ew ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin û destnîşan kir ku bi milyonan kesan şoreşa li wir dîtiye.

BI BETALKIRINA PEYMANA STENBOLÊ RE ÊRÎŞ ZÊDETIR BÛN

Îrem Gelkûş a ji Tifaqa Jinan a Jin Bi hev re Bihêz in ku ji Tirkiyeyê tev li konferansê bû, bal kişand ser wê yekê ku bi derketina Tirkiyeyê ji nav Peymana Stenbolê êrîşên berpêyî jinan yekcar zêde bûne. Gelkûş da xuyakirin ku ji tevgerên femînîst ên li Tirkiyeyê bi hev re bimeşîn pir hewil didin.

‘PIŞTÎ DAYIKA MIN HAT QETILKIRIN MIN BIRYAR DA KU TÊBIKOŞIM’

Ñîzol Lonko Jûana Calfûnao (Komuna Cûnco, Herêma Araucanía) ji xelkê xwecih ê Mapûcheyê got ku ew bi têkoşîna jinan a li her dera cîhanê bi hêz dibe û derbirî ku axa wan 140 sal in ji aliyê Arjantîn û Şîliyê vê dagirkirî ye. Ñizol Lonko Jûana Calfûnao da zanîn ku hêj ew zarok bûye dayika wê bi awayekê hovane hatiye qetilkirin, wê ew roj biryar daye ku heta bi hetayê têbikoşe.“

Konferans, bi niqaşan û axaftinê bi dawî bû.