Şandeya Jinên Şengalê serdana YNK'ê kir

Şandeya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku ev demeke dest bi hevdîtinan kiriye îro jî serdana Jinên YNK’ê kirin. Biryare ku saet 15:00'an serdana Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) bikin.

Şandeya Jinên Şengalê bi pêşengiya Rîham Hico li bajarê Silêmaniyeyê serdana jinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û li ser hin mijarên têkildarî Şengalê axivîn.

Şandeya Şengalê ji aliyê Kinêr Ebdula û refek ji jinên YNK'î ve hate pêşwazîkirin. Di destpêkê de Rîham Hico li ser navê şendeyê derbarê rewşa navçeyê û armanca serdana xwe behsa çend xalên girîng kir.

Yek ji wan xalan jî derbarê peymana hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê bû. Her wiha daxwaz kir ku YNK helwesta xwe ya li hemberî wê rewşê eşkere bike û li beramberî destdirêjiya PDK'ê ya li ser Şengalê bêdeng nemîne.

Dîsa di çarçoveya pirsgirêka jinan û astengiyên li pêşiya wan de şandeya Şengalê daxwaza avakirina yekîtiya di navbera jinên her çar perçeyên Kurdistanê kir.

Jinên YNK'î jî tekezkirin ku ew ê hemaheng bin û daxwaza wan bigihînin rêveberiya xwe. Her wiha işaret bi pirsgirêka Şengalê û bi taybetî ya jinên Şengalê kirin û dan zanîn ku ew pirsgirêka hemû jinên Başûrê Kurdistanê ye û pêwîste jinên Başûr bi yek dengî xwedî helwest bin.