Şanedeyek jinên Êzidî serdana Goran û KNK’ê kirin

Di çarçoveya serdanên sazî û rêxistinên Êzidî ya têkildarî lihevkirina Bexda-Hewlêrê şandeyek ji jinên Êzidî pêk dihatin li Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê serdana Tevgera Goran û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) kirin.

Di nava şandeyê de Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê û berdevka şandeyê Rîhan Hiço, Nûnar Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Dexlî, Nûnera TAJÊ Sebîhe Sebrî, Endama Rêveberiya TAJÊ Neam Elyas pêk dihat, serdana Tevgera Goran a li bajarê Silêmanî kir.

Şande ji aliyê endama Civata Giştî ya Goran Dr. Rêzan Herdî û jinên Tevgera Goran ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê li gel Tevgera Goran li ser rewşa Şengal civiyan.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê li ser armanca civînê hate dayîn. Li ser navê şandeya jinên Êzidî Rîhan Hiço axivî û diyar kir ku armanca wan a serdana ji bo Tevgera Goran ew e ku yekîtiyek di nava jinan de ava bikin. Yek ji xala din jî lihevkirina di navbera Bexda-Hewlêr bû. Hîço anî ziman ku ew lihevkirin di navbera Bexda û Herêmê de pêk hatiye û tevgera Goran jî beşek ji hikûmetê ye û bizanin bê ka ew jî girêdayî vê lihevkirinê ne yan ne. Hiço diyar kir ku divê îro hemû bibin yek ku îro jinên Şengalê bibin qûrbanî sibe dora Kerkûk û Silêmanî ye.

Li ser navê Tevgera Goran Dr. Rêzan Herdî jî axivî û got: “Îro em ê vê pirsê bigihînin rêveberên giştî da ku ew jî helwesta xwe nîşan bidin. Em piştgiriyê didin hemû yekîtiyên jinên Kurdistanê. Em ê bi rêya nûnera xwe ya li Iraqê jî hewl bidin, komkujiya li ser Êzidiyan weke jenosîd were nasîn. Ev mafek rewa yê wane.”

Piştre jî şandeya jinan a Şengalê serdana Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) li gel Perwîn Ezîz, Kenêr Ebdûllah, Feîze Fûad û Zeyneb Mistefa civiyan. Piştî civînê li ser navê şandeyan Sebîhe Sebrî û Feyze Fwad daxuyanî dan û peyamên xurtkirina piştevaniyê dan.