Şandeya jinan a Skoçyayê li Kobanê ye

Şandeyek ku ji gelek saziyên jinan ên Skoçyayê pêk tê, serdana saziyên jinan ên herêma Firatê kir.

Şandeyek ku ji gelek saziyên jinan ên Skoçyayê pêk tê, serdana saziyên jinan ên herêma Firatê kir.

Şande ji Victoria Matigova, Yvonne Blake, Jennifer Clapham, Bronagh Gallagher û Lona Gil Soper pêk tê.

Şandeyê serdana Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser, Muzeya Kobanê û Goristana Şehîd Dîcle kir.

Tê payîn ku şande çend rojên din serdana saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê bike.