Îşkence li girtiyên jin tê kirin

Girtiya bi navê Nazli Songul ji Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê nameyek şand û diyar kir, mafên mirovan di asta herî bilind de tê binpêkirin.

Songul diyar kir ku di 9'ê Sibata 2017'an de ew tevî hevalên xwe Sûdan Guven, Yaprak Taşçi, Hayat Akyildiz, Songul Bagatir û Ahîret Tûran ji Girtîgeha Tîpa E ya Erzîromê sirgûnî Tîpa T a Elezîzê hatine kirin.

Songul di nameya xwe de ragihand, ku şîdeta fîzîkî li wan hatiye kirin û got, "Li zîndana Tîpa T a Elezîzê, ji ber ku em neketin rêza jimartinê, di roja duyemîn de 'Tîma A' şîdeta fîzîkî û devkî li me kirin. Ji ber vê şîdetê milê me û hin cihên bedena me werimîn. Piştî 12 rojan rapor li ser vê şîdetê hate standin, lê belê tevî vê raporê jî dadgehê doza li dijî saziyê betal kir. Ji ber neketina rêza jimartinê û agirê ku me di 21'ê Adarê de dadan, ji bo 3 meh cezayê hevdîtinê, 3 meh jî cezayê ragihandinê li me bê birîn, doz hate vekirin. Nêzîkatiya rêveberiya Tîpa T a Elezîzê, ji bo tecrîdkirinê ye. Li qewîşên me kamera bi cih kirine, ku ev kamera heta banyo û lavabo jî dibînin. Dema ku nasname ne bi me re be, me nabin revîrê."

Songul di dewama nameya xwe de diyar kir, ku pênûsên bi rengê 'kesk' û 'lacîwerd' ên boyaxkirinê, ku ji bo zarokên bi dayika xwe re li girtîgehê dimînin hatine şandin, hatin desteserkriin.

Hevseroka berê ya DBP'ê ya Qersê Şengul Mehmetoglû, ku di 27'ê Kanûnan 2016'an de li mala xwe ya li Qersê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin, binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê di dema serdanê de ji hevserê xwe Hayatî Mehmetoglû re got.

Mehmetoglû anî ziman, ji ber ku li qewîşan cih nîne, girtiyên jin ên siyasî li erdê radizên, lê tevî vê yekê jî qewîşên bi têra xwe qelebalix in kirine yek û bi vî rengî hejmara qewîşan bi nîvî kêm kirine.

Mehmetoglû anî ziman, hevsera wî ji ber nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, li nexweşxaneyê xwestiye kelepçe bên vekirin, lê doktoran ev daxwaz red kirine û ew tedawî nekirine.

Her wiha diyar kir, ku tevî greva birçîbûnê qediya ye jî binpêkirina mafên mirovan li girtîgehê dewam dike.