Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê: Li dijî tecrîdê em her cihî bikin qada çalakiyê!

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakî li dar xist û bang li Kurdistaniyan kir ku her derê bikin qada çalakiyê.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek herêman çalakî li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst, li dijî Rêber Apo polîtîkayeke giran a êşkence û tecrîdê dimeşîne ku mînaka wê li devereke din nehatiye dîtin" û işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hate kirin. Însiyatîfê diyar kir ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya hevrêyên wan ên zindanîkirî tê meşandin, ji bo wan pîroz e û sedema rexnedayinê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de ciwanên Kurdistanê divê gelê Kurd li pêşberî vê berxwedana li zindanan dawî li bêdengiya xwe bînin, her cihî bikin qada berxwedan û çalakiyê.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Ji bo em her cihî bikin qada berxwedan û çalakiyan hinceeta me heye. Li ser Rêberê me tecrîdeke giran heye ku mînaka wê li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Em van kiryarên li derveyî mirovahiyê qebûl nakin. Her çalakiya ku ji bo Rêber Apo bê kirin rewa ye."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Di serî de jin û ciwan, gelê me divê li her qada ku lê ye bikeve nava liv û tevgerê û vê berxwedanê mezin bike. Dem hatiye ku em dawî li tecrîdê, faşîzmê û dagirkeriyê bînin, azadiyê misoger bikin."

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ FAŞÎSTÊN AKP-MHP'Î

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li ser çalakiyên dema dawî ev agahî parve kir:

"15'ê Nîsanê li Şîle ya Stenbolê, li maleke stargeha AKP'iyan hate tespîtkirin ku fûhûş û bazirganiya narkotîkê tê kirin. Yekîneyên me li vê malê çalakî kirin û narkotîka li hundirê avahiyê şewitandin.

16'ê Nîsanê li Fatîh a Stenbolê, malek ku weke cihê fûhûşê ji aliyê faşîstên Tirk ve dihate bikaranîn hate şewitandin. Her wiha kesekî bi navê Mahmût ku bi zorê fûhûş bi jinan dida kirin, ji aliyê yekîneyên me ve hate cezakirin.

17'ê Nîsanê li Tûzla ya Stenbolê febrîqeyeke hilberandina mobîlyayê ya karsazekî faşîst ê AKP-MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

17'ê Nîsanê li Hadimkoy a Stenbolê, li herêma ku bi giranî ji aliyê faşîstên AKP-MHP'î ve dihate bikaranîn, bi rêbazeke teknîkî çalakiyek hate lidarxistin, li dijî trafoyê elektrîkê yê navendî çalakiya sabotajê hate kirin; piştre hate şewitandin. 5 taxên li navçeyê bi saetan bêelektrîk man."