Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li 3 bajaran çalakî li dar xist

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol, Kocaelî û Tekîrdagê çalakî li dar xist.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li Îmraliyê û zextên li zindanan çalakî li dar xist.

Însiyatîfê têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir:

"17'ê Cotmehê li Çayirova ya Kocaeliyê, febrîqeyeke hilberîna plastîk a karsazekî AKP-MHP'ê hate şewitandin û xisareke mezin a madî lê bû.

19'ê Cotmehê li Tûzla ya Stenbolê, febrîqeya hilberînê ya fîrmaya Ulker a endamekî AKP'î yê faşîst hate şewitandin. Her wiha 3 wesayitên li febrîqeyê ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

20'ê Cotmehê li Zeytînbûrnû ya Stenbolê 2 wesayitên navenda nijadperestan û firoşkarên narkotîkê bi teqemeniyê hatin îmhakirin.

21'ê Cotmehê li Başakşehîr a Stenbolê, 4 wesayitên faşîstên MHP'î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

22'ê Cotmehê li Çerkezkoy a Tekîrdagê, febrîqeyeke qumaşê ya faşîstan û 2 wesayitên febrîqeyê hatin şewitandin û xisareke mezin a madî li febrîqeyê bû."