Êşkenceya psîkolojîk li destgîrkiriyan dikin

Hevseroka OHD'ê ya Şûbeya Amedê Prz. Ozum Vurgun diyar kir polîs êşkenceya psîkolojîk li jinên Kurd ên destgîrkirî dikin û pirsên ne têkilî dosyayê ji wan dikin.

Êrîşên destgîrkirin û girtinê yên dewleta Tirk ên li ser jinan didomin. Hema hema her roj aktivîstên jin ên Kurd têne destgîrkirin û girtin an jî ceza li wan tê birîn. Helwesta polîsên şûbeya siyasî ya li ser jinan, êşkenceya psîklojîk di navbeyna parêzer û polîsan de dibe sedema rageşiyê. Her wiha polîs pirsên ne têkilî dosyayê ji jinan dikin, kesên destgîrkirî bi hev didin şikandin û ji îfadeyan  hewl didin ku fezlkeyan hazir bikin.

Hevseroka OHD'ê ya Şûbeya Amedê Parêzer Ozum Vurgun tevlî îfadeyên hin aktivistên TJA'yê bû, ku vê heftiyê li Amedê hatibûn destgîrkirin.

Vurgun diyar kir van demên dawî gelek operasyonên qirkirina siyasî dibin û nava dosyayan ''pûç'' e. Têkilî destgîrkirinan Vurgun got dosya ne têkilî Komeleya Jinan a Rosayê ne, ji îfadeyên destgîrkiriyan dosya hatine amadekirin.

Vurgun got hem dosya pûç û vala ne û hem jî xebatên legal dikin mijara dosyayan û bi vê tê fêhmkirin ku dixwazin vînê bişkînin. 

Vurgun bi berdewamî diyar kir,''Gotin ên destgîrkirî heke li emniyetê îfadeyê bidin wê wan berdin. Ji ber ku psîklojiya kesên destgîrkirî cuda ye, polîsan hewl dan ku rasterast dest li derûniyê bidin. Ti jina ku îfade dayî li emniyetê nehate berdan. Roja dî beşek ji jinên ku îfadeya wan hatî standin hatin girtin û beşek jê hatin berdan.''

Vurgun diyar kir di operasyona dawî de jinên bi hişmendiya nêr anîne ser operasyonê û got, ''Dewlet li vir dixwaze jinên bi hişmenidya xwe û jinên ku têkoşîna azadiyê didin li hev sor bike. Her wiha dema destgîrkirinê gefl i miwekîlên me xwarin, dijûn li wan kirin, ji wan re digotin,''Hûn ne mirov in, em ê we bikin mirov''.''

Vurgun got  pirsên ne têkilî dosyayayê ji jinan hatiye kirin û li gorî bersivan hewl dane ku jinan bikin 'bersûc'. Vurgun got, ''Pirsa, ''TJA çiye? Aktivîstên TJA'yê çi ne? Hûn aktivîst in? Bifikirin dozger pirsa, ''Aktivîst çiye?'' dike. Ev jixwe nîşan dide bê ka çendî bi meselê nizanin. Pirsên têkilî rêveberê komelê dipirsin. Ji hinan dipirsin di rêveberiyê de kî heye. ''

Vurgun wiha domand: ''Dîsa yek ji pirsa têkiliya xwe bi dosyayê re nîne, ''Ji malbata te kes endamên rêxistina terorê hene yan na?'' Em li dijî vê pirsê ne. Ji ber ku ev pirs têkilî taybetmendiya şexsan in, ne têkilî dosyayê ne. An jî, ''Li gorî te PKK rêxistineke terorê ye yan na?''. Ev jî pirsek têkilî şîroveyê ye û fikra mirov dide ber pirsan. Nikarin vê pirsê bikin. Pirsa, ''Çima hûn dibêjin, 'jin jiyan azadî' ne pirs e. Pirsên wiha nikarin bikin.''

Têkilî nêzîkatiya li aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn ku hatibû destgîrikrin jî Vurgun got, ''Dema destgîrkirnê ya Zelal dirêj kirin, tim bi wê re nîqaş dikirin û hewl didan ku wê ji jinên dî veqetînin. Hewl didan ku wê weke ku ji yên din zêdetir tawanbar be nîşan bidin. Ev bi serê xwe êşkencde ye. Dozgeriyê û dadgeriya cezayê êşkenceya polîsan pejirand. Zelal Bîlgîn bi nefreta amîrê polîsan hate girtin.''