BI DÎMEN

Çîgdem Dogû: Li cihekî exlaq hebe li wir azadî, aştî heye

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku pênaseyên bedewî û estetîka exlaqî ji aliyê sîstemên serdest ve hatine berevajîkirin û got, "Li cihekî eger exlaq hebe li wir azadî, bedewî, nirxên demokratîk, xweşbînî û aştî heye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal. Hevpeyvîna bi Çîgdem Dogû re bi vî rengî ye:

Me got em ê li ser etîk estetîkê nîqaş bikin. Me di bernameyên din de jî nîqaş kiribû lê pêwîstî bi kûrkirinê dît. Ger em ji wateya têgihê destpê bikin etîk û estetîk çawa dikare bê pênasekirin?

Wek we jî diyar kir, Heval Ronahî jî Bîrdoziya Rizgariya Jinê vegotibû. Rêber APO wek 5 rêgez formûl kir û li derdora wê partîbûna jin, pergala konfederal a jinê, şoreşa jin û heqîqeta jinê derket holê. Lewma, Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji aliyê tevgera me ve xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rêgezên wê bi riya bernameya Xwebûn hîn kûrtir girtina dest xebatekî bi wate ye. Yek ji rêgeza herî bingehîn rêgeza Etîk û Estetîk e. Helbet ne tenê em pirsgirêka etîk û estetîk digrin dest. Ji bo dîroka mirovahî derketineke van têgihan heye. Di dîroka felsefe, zanistê de an jî dema em ji hêla exlaqê ve mêze dikin di jiyana civakê de rastiyeke wê ya dîrokî heye. Em jî bi îdîaya şoreşa jinê tevdigerin. Em armanc dikin ku bi şoreşa jinê re şoreşa civakê pêk bînin, stratejiya me xwe dispêre vê yekê. Lewra jî, etîk ango zanista exlaqê û estetîk ango zanista xweşikbûnê ku jiyana civakê pir eleqedar dikin heman demê me jî gelek eleqedar dikin. Rast e em tevgereke gerîla ne, li serê çiyayan şer dikin. Di destê me de çek, em di nav şer de ne. Lê wek tevger em tu car bi têkoşîna çekdarî re sînordar nemane. Ya bi qasî ve girîng heta dibe ku ji vê jî girîngtir ew e ku feraseta wê ya îdeolojîk avakirin, tevna çandî û exlaqî ya şoreşa azadiyê avakirin, guhertina feraset avakirin e û ev ji bo me pirsgirêk û erkek e. Lewra jî, wek tevger em her tim bi mijara etîk re mijûl dibin. Kesek şoreşger e rast e lê nasname û kesayeta wî/ê çiqasî li gorî exlaqa azadiyê ye? Di çarçoveya pîvanên partîbûnê ya ku Rêber APO daniye holê de mijara ku her tim di rojeva me de ye. Estetîk jî wiha ye. Ji ber ku me tu car exlaqê ji xweşikiyê an jî xweşikiyê ji exlaqê qût negirt dest. Kevneşopiyeke me wiha ya PKK heye. Helbet em Tevgereke Jin a di nav PKK de pêş dikevin in. Lewra jî, em dibêjin têkoşîna jin, şoreşa jinê em ji vir ve mêze dikin. Ango jinek têkoşîna azadiyê dike, xwedî xeyalên azadiyê ye û ji bo têdikoşe. Lê ev ne tenê şerekî qebe ya ku li dijî serdestiya mêr dide ye. An jî ne tenê rewşa şerê çekdarî ye. Di nav vê de exlaqa jinê çi ye, têkiliya wê bi civakê re çi ye, çima estetîk-xweşikbûn rêgezeke bingehîn e ev hemû mijarên ku em pir lê dikolin in. Wek pênaseya etîmolojîk; ev mijar bi me re destpê nekiriye lê em li ser wê mîrasê kûrtir dikin, şênbertir dikin. Exlaq dikare ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Etîk wek têgiheke Yewnanî derdikeve holê, zanista exlaqê îfade dike. Exlaq piştî ku civak xwe wek civak îfade kirine ve derketiye holê. Em dikarin exlaqê wek rêzik, feraset, kevneşopa ku di sererastkirin, meşandin û pêşxistina jiyana civakî de derdikevin îfade bikin. Ya rastî li şûna rêzik, pîvana jiyanê gotin wê rastir be. Divê di wê jiyana civakî de têkiliyên di navbera jiyanê de rêxistin bikin. Xebatên aborî, perwerde, tenduristî, sosyalîte, çand, huner a vê civatê heye. Di encam de mirov bi mirov re têkildar e lê ev civat wê çawa pêvre bijî, wê çawa xebatên aborî pêvre bimeşîne, wê hunera xwe çawa pêş bixe, wê perwerdeya xwe çawa bibîne, di nav malbatê de têkilî wê çawa bin; wê jin bi mêr re, zarok bi mezin re, klan bi klan re, qebîle bi qebîle re, netewe bi netewe re çawa têkilî deyne? Ev hevbandorî wê di nav kaosekî de bimeşe an dema mirov bi hev re dijîn wê li gorî pîvanekî bijîn? Exlaq vê yekê datîne holê. Wek mînak ew civat dema xebatê aborî, xebatê perwerde dimeşîne li gorî pîvan, exlaqekî çêbike? Dema mirov bi mirovekî re têkilî çêdike li gorî pîvaneke exlaqî têkilî çêdike. Ev dikare wekî pîvanên jiyana civakî jî, wek pîvanên ku di têkilî, xebatên mirovan de, di rêxistinkirina jiyanê de tê pêşxistin jî bê nirxandin. Dema em derketina mirovahiya ewil dinêrin gelo civak çawa kir ku karîbû pêvre bijî? Bi rêka exlaqê kir. Wek klanan pêvre tevgeriyan, bi demê re li hev kirin, li gorî karbeşî xebatên aborî meşandin, hezkirin û xweşbînî ava kirin. Lewra jî, em di lîteratûra xwe de exlaqê tu car ji civakbûnê qût nagirin dest. Exlaq civakî ye. Jin li vir rola sereke lîstiye. Dema em dibêjin exlaq ji ilekî ve jî behsa jinê dikin. Di avabûna civakbûnê de rola sereke û pêşeng a jinê heye. Vê yekê çawa kir? Bi exlaqê kir. Di vê jiyanê de çi rast e, çi şaş e; kîjan baş e, kîjan xirab e? Kîjan kirêt e, kîjan bedew e? Exlaqeke civakî ya ku li derdora jinê derketiye holê heye. Ev jî bi xwe re hevkariyeke pêş xist. Exlaq ji bo jiyana civakê, ji bo takekes tiştekî nebe nabe ye. Di roja me de ferdperestiyê ewqas kûrkirin, takekes ji civakê ewqasî dûr xistin bêexlaqiya herî mezin e.

Ger em vê mijarê kêmek din jî vekin; helbet di roja me de hê jî civakên xwezayî hene. Di van civakên ku xira nebûne de nirx û pîvanên hûn behs dikin çawa bûn, çawa xwe didan der?

Mirov li dijî xwezayê hebûneke lewaz e. Ve yekê tenê bi tirs re îfadekirin wê ne rast be. Te dît teoriyên wiha hene; ewr guregur kir, brûsk lê dan, lehî rabû hwd. Helbet ev jî hene, ne ku bi tevahî red dikin. Lê tenê girêdayî vê pênasekirin dibe ku pir fîzîkî be. Lê di derketina rastiya exlaqî ya civakê de aliyên metafîzîkî hene. Li hemberî xwezayê neçariyê wê hene. Ne gengaz e ku li hemberî xwezayê tana xwe bijî. Ev dihêle ku pevre bijîn, pevre kar bikin, bi hev re bin. Helbet ev tenê ne ji bo mirovan derbasdar e lê di mirov de gihişt asta herî jor. Bêguman mirov li nebatanjî ajalan jî, gerdûnê jî binêre wê bibîne ku zindiyên ku komî tevdigerin hene. Li xwezayê jî meyleke wiha heye. Mirov nikare tiştên di gerdûn û xwezayê de çêdibin bi zimanekî pir zanistî îfade bike, mirovahî her tim dipirse û wê tim bipirse. Lewma mirov nikare bêje ev çima heye lê di gerdûnê de jî meyla civakbûnê heye. Pêwîstiya bi hev re jiyînê heye. Ger bi hev re nejiyîn ne pêkan e ku wek takekes bijîn. Îro jî wiha ye. Ne wek ruhî, ne jî fîzîkî mirov nikare tenê bijî. Zanist-teknîk pir pêş ketiye, em bifikirin ku yek însan dikare her tiştî bike. Lê gelo ew mirov dikare wek ruhî, wek metafîzîkî tena xwe bijî? Nikare. Lewma, divê bi pîvan û rêzikan jiyana bi hev re bê diyarkirin. Li vê derê çi derdikeve? Hezkirina di navbera mirovan de aliyekî pir girîng a exlaqê ye. Ger di hawirekî de hezkirin nîn be wê mirov çawa bi hev re bijîn? Tu yê her tim bixwazî ji wê hawirê birevî. Exlaq tiştekî zindî ye. Hezkirin, xweşbînî, hevdu fêmkirin, guhdarkirin, rêzdarî, pîroz dîtin ji bo exlaqê nebe nabe ye. Rêzdarî jî ji pîrozahiyê tê. Mirov li hemberî tiştên rêz digrin kêmek jî wek ku îbadetê dike ye. Dema em miroveke/î ku di tevgerên xwe de bipîvan, dildar, rêzdar û di karê xwe de paqij e dibînin em dibêjin çiqas miroveke/î biexlaq e. An jî dema em civateke wiha dibînin dibêjin çiqasî civakeke biexlaq e. Mirov dikare exlaqê bi van re jî binirxîne.

Têgiheke ku nirxên wê yên hem şênber hem jî razber hene. Em ê di nav bernameyê de jî nîqaş bikin, gelo pergal vê yekê çawa dişûxilîne. Ji ber ku exlaq wek pîvanên ku bi namûs û koletiya jinê re hatiye sînordarkirin li ser me tê ferzkirin. Lê wek we jî got pîvanên bi hest re tijî ne.

Rast e, ev xaleke pir girîng e. Wek mînak, ger hûn ji yekê re bêjin bêexlaq tişta wê ewil bê bîra me bênamûsî ye. Yan bi mêrekî re têkiliya wê çêbûye, ger mêr be jî bi jinê re têkiliyekî wî cuda çêbûye. Lê exlaq tiştekî pir berfireh e; pir jiyanî ye û her kêliya jiyanê eleqedar dike. Helbet ji bo têkiliyên jin û mêr jî pîvan û rêgezên exlaqî hene. Ev jî di nav wê de ye. Lê ev rastî tenê bi wê re ne sînordar e. Mînak, karek xweşik û baş kirin; em bêjin di civaka xwezayî de pêwîstiya civakê bi xwarinê heye; nêçîrvanekî baş bûyîn, xweş giya komkirin, xwarineke xweş çêkirin tiştekî exlaqî ye. Ji bo civak xwe bidomîne karên tên kirin hene. Vana bi awayekî herî baş kirin exlaq e. Zerdûşt jî vê yekê pir baş îfade kiriye. Baş bifikire, baş bêje û baş bike. Ev kêmek jî wek taybetmendiyên civaka xwezayî didome. Qehremanî di mîtolojiyan de jî pir derbas dibe. Di têokoşîna me de jî, di têkoşînên li dinyayê pêş dikevin de jî qehremanî tiştekî exlaqî ye. We qet bihîstiye mirovek tenê ji bo xwe tiştekî kiriye û jê re jî qehreman hatiye gotin. Na. Dibe ku bê teqdîrkirin. Lê jê re qehreman naye gotin. Lê ez ji bo vê civakê çalakiyeke dikin, xwe feda dikim. Qehremanî, egîdî, xweparastin ev hemû ji bo exlaqê tiştên pir girîng in. 

Em dikarin bêjin tiştên civakî.

Tişta civakî û ji civaka xwe re xizmetê dike tiştên erênî ne. Mînak têgiheke mîna ‘exlaqa xirab’ nabe. Exlaq bixwe erênî ye. Exlaq baş e, xweşik e, rast e, azad e. Mînak em nikarin exlaqê wek kole pênase bikin. Pergalên serdest û desthilatdar hewil didin kole bikin lê koka wê ya etîmolojîk erênî ye. Wê xira kirin jiyanê xirakirin e. Niha tişta tê kirin jî ev e. Teşeya wê guhertin, bêexlaqî kirin û civakê tinekirin e. Her mirovek di nav jiyana civakî de zaroktî, ciwantî, mezinbûyîn, kamilbûn, pîrbûnê dijî. Di zaroktiya me de ji me re dibêjin ev baş e, ev xirab e. An jî di olê de ev heram e, ev sewab e. Di zanist û felsefe de dibêjin ev rast e, ev şaş e. Di lêgerîna azadiyê de ev kolebûn e, ev azadî ye. Ev hemû jî nirxên exlaqî ya civakê îfade dikin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de her tim etîk û azadiyê, estetîk û azadiyê li gel hev kar tîne. Têkiliyeke çawa heye?

Exlaq tiştekî xweyî ye, zelal e, saf e, tûj e. Di nav civakeke de ger tu li hemberî nirxên wê civakê tiştekî şaş bikî ew dibe cezaya herî mezin. Tu yê tenê bimînî, tu yê werî avêtin û ji ber exlaqê avêtina derveyî civakê tiştekî pir giran e. Lewma jî tûj e. Ger exlaqa jiyana civakî di cih de be, xira nebûbe, nehatibe tengkirin ya rastî li wê derê azadî û demokrasî heye. Girîng e ku takekes di nav wê civakbûnê de xwe îfade bikin, tevlî pêvajoyên biryar girtinan bibin. Ji ber ku şaneya kok wiha teşe girtine. Her çiqas xira bûbe jî şaneya kok wiha teşe girtine. Li wê derê demokrasî heye. Li gel rastiya jiyana demokratîk takekes û civak azad e. Bêguman hîn mijar hene ku divê bêhtir nîqaş bikin. Têkiliya takekes û civakê ji hev qût nabe lê nakokî jî hene. Le ger avahiya exlaqê xurt be dikare wê jî dahûrîne. Rêbertî jî exlaqê wek çalakiyeke azadiyê îfade dike. Ger li cihekî exlaq hebe li wê derê azadî, xweşikî, nirxên demokratîk, xweşbînî û aştî heye. Mirov li hemberî hev rêzdar in, guhdar dikin û hewil didin hev fêm bikin. Divê nakokî bi her awayî çêbibin. Ji ber ku cihêrêngî heye. Em bihêlin civatan; ger em takekes takekes mirovan bigrin dest her ferdek yekane ye, cuda ye. Nikarin wekhev bikin. Nikarin ferz bikin ku divê ji sedî sed li hev bikin. Lewra jî exlaq tiştekî pir îdeal e. Ji bo jiyana civakê rêgez û pîvanên giştî datîne holê, li wê derê takekes nakokiyên heyî li gorî exlaqê çareser dike. Ev jî demokrasî ye. Tu dixwazî ji bo wê civakê, ji bo kesên li gel xwe tiştên baş bikî. Wek mînak; tu zevî diçîne? Tu yê ya herî xweş bikî. Tu pîşekar î? Tu yê ya herî xweş bikî. Tu hunermend î? Tu yê ya herî xweş bikî. Ev hemû nirxên etîkê îfade dikin.

Têkiliya her 5 rêgezan li vir derdikeve holê. Ji bo biexlaq bin divê welatparêz jî bin. Divê têkoşîna vê jî bidin. Divê birêxistinî jî bin. 

Divê girêdanbûna axa xwe wek girêdanbûna xwezayê jî bibînin. Welatê xwe hezkirin, xwezayê hezkirin, bi xwezayê re di nav têkiliyeke wekhev de bûyîn; ev hemû jî biexlaq bûyîn e. Di civakên xwezayê de yek ji taybetmendiya bingehîn a exlaqê têkiliya bi xwezayê re ye. Tu darekî bîlasebeb qût dikî, ev bêexlaqiya herî mezin e. Em civatên gundan binêrin bêsebeb darekî qût nakin. An jî nêçirvanî dike, ajal dikuje, ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî dikuje. Lê diçe ji wî ajalî lêborîn dixwaze. Ev exlaqek e. Li hemberî ajal û xwezayê rêzdarbûyîn exlaq e. Li hemberî gerdûnê biexlaq e. Mirov û civat di nav gerdûnê de bi kî re di nav têkilî de be wekhev nêzîkbûyîn, rêzdar nêzbûyîn, hevdu tememkirin hemû tiştên girêdayî exlaqê ne. Divê wek metafîzîk jî bigrin dest. Têkiliya mirov bi dîrokê re, bi xwe re, bi fikr, ziman û fikrê kesên din re, bi zanist û felsefe re û hwd hemû tiştên metafîzîk in û exlaqê di nav xwe dihewînin. Xwebûn e, xwe bûyîn e. Xwebûn bi pênaseya herî hêsan ew e ku mirov bi xwe re têkiliyeke biexlaq pêş dixe. Tê wateya ku ez ez im û aîdî xwe û vê civakê me. Hem wek metafîzîk hem wek fîzîkî dikarin exlaqê di çarçoveyek pir fireh de bigrin dest.

Pirsa herî meraq dikim, etîk û estetîk çawa hatine gel hev. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rêgez dîtiye û bi hev re girtiye dest. Lê beriya wê dixwazim em estetîkê jî nîqaş bikin. Dibe ku yek ji wan têgihên ku ji aliyê pergalê ve pir zêde hatiye şêlîkirin e. Ez dixwazim wek wate hûn estetîkê vekin.

Xwendina estetîk wek têgih kêmek zehmet e. Koka wê Grekî ye. Wek etîmolojîk koka wê aísthēsis e. Wek wate bihîstin, tê gihîştin, hîskirin e. Dikarin wek zanista pêhisînê îfade bikin. Baş e, çi eleqeya wê bi xweşikiyê heye? Helbet hinek nepeniyên wê hene. Em diyardeyan kêmek gerdûnî û civakî jî dinirxînin. Çi eleqeya estetîk ango zanista xweşikiyê bi etîkê re heye, çi eleqeya wê bi diyardeyên gerdûnî re heye, çima civak û takekesan ewqasî eleqedar dike?

Exlaq û xweşikî çawa tên ba hev?

Du realiteyên mîna cêwî ne. Hindek tişt jî sehekî ne. Em li mirovan, civakan, dîrokê binêrin em ê yên baş an j xirab di hemûyan de lêgerîneke xweşikiyê bibînin. Pergalên serdest û desthilatdar vê yekê serûbin kirine. Em ê pişt re li ser vê biaxivin. Di dînamîka hundirîn a mirov de jî lêgerîneke wiha heye. Ev tenê bi mirov re jî ne sînordar e. Di dinyaya ajalan de jî hev du ecibandin an jî neecibandin heye. Ajalek hewil dide xwe bi ya din bide ecibandin. An jî ji bo çûkên nêr xwe bi yên çûkên mê bidin ecibandin hêlînên xweşik çêdikin. Çûka mê wê were binêre, gelo ew hêlîn xweşik û saxlem hatiye çêkirin an na. Li wê derê jî lêgerîneke xweşikiyê heye. Herikîna avê, kulilk, çiyayên mîna bihûştê yên Kurdistanê çima wiha xweşik in? Li wê derê jî meyleke xweşikiyê heye. Her mirovek dixwaze di nav hawireke xweşik de bijî. An jî her mirov dixwaze wek ruhî û fîzîkî xweşik be. Niha wek ku hundirê wê hatiye valakirin. Pîvan tevlîhev bûne. Lê meyleke wiha heye. Nikarin ji her tiştî re bêjin xweşik. 

Dikarin bêjin xweşikî îzafî ye.

Birdozî xweşikiyê îzafî kirine. An jî dema avahiya exlaqê lewaz bû pîvanên xweşikî jî tevlîhev bûn û xira bûn. Niha pêşbirkên xweşikiyê tên kirin. Jina her xweşik a cîhanê hildibijêrin, taceke datînin serê wê. Ez ji cihê xwe li wê dinêrim tu xweşikiyek nabînim. Şêwazê wê ya xwe pêşkeşkirinê, bezarkirina xwe, xwe bi tenê fîzîka xwe girtina dest ji min re wek xweşikî naye. Ya herî xweşik a cîhanê ye lê li gorî pîvanên min, li gorî etîk û estetîkê ji min re xweşik naye. Mînak hin civatên Efrîqayiyan hene, şeklên wan cudatir e. Li kurdistanê cuda ye, di civatên xwecihî de, li Efrîqayê, li Çînê, li Japonyayê cuda ye. Lê çandî ye, xweşik e, aîdî wê civakê ye. Cilên gelerî yên gelê xwecihî yên Efrîqayiyan hene, deqên wan hene, boyaxa wan hene, şêwazê wan ên por hene; ew aîdî wan in, çandî ye û pir xweşik e. Lê wê bigre û veguherîne modeyeke endustriyî ew ê kirêt be.

Em dikarin wiha bêjin, armanca xweşikiyê jî heye. Dema dibe amûr ji cewhera xwe derdikeve.

Dema dibe amûr, dema dikeve bezarê kirêt dibe. Lê di nav çand û civaka xwe de ew xweşikî nirxên pir xweşik ava dike. Ango exlaqê jî têr dike. Xweşikiya bi etîk re bûye yek exlaqê jî têr dike. Çima huner, wêne, peyker, avahiyeke mîmarî, wêje, sînema ewqasî girîng e? Ji ber ku huner bi xweşikiyê re têkildar dibe, hewil dide xweşikiyê vebêje. Li gel vê yekê, hewil dide exlaqê jî deyne holê. Îfadeya hunerî ya xweşikiyê mirovan mezin dike, asoya wan fireh dike, dinyaya wan a exlaqê fireh dike û wate dide qezenckirin. Ew xweşikbûn wateyên nû li dinyaya te ya wateyan bar dike. Exlaqa te jî xurttir dike, kûrtir dike û te dike însan. Xweşikî ne tenê tiştekî fîzîkî ye. Xweşikî wateyan ava dikin. Balkêşiya xweşikiyê heye. Mirov dixwaze tişta xweş binêre. Dixwaze bêhtir nêzî tiştên xwe bibe. Dema xweşikî bi etîk re dibe yek mirov bilind dike.

Ger em werin roja me; ez hem ji aliyê pergala kapîtalîst ve dipirsim hem jî ji aliyê pergala serdestiya mêr ve. Ev pergal etîk û estetîkê çawa dinirxîne? Di heman demê de li ser jin û civakê çawa ferz dikin?

Pergala kapîtalîst wek nifşa dawi ya pergala serdestiya mêr û pergala şaristanîparêz lûtkebûnê îfade dike. Bi zanistperestiyê re desthilatdarî û rastiya îstîsmarê xwe li ser jin û civakê xwe gihandiye lûtkeyê û ziravtir bûye. Pergala kapîtalîst bi feraseta serdestiya mêr re bêhtir berê xwe daye civakê, jiyanê, exlaqê û jinê. Kapîtalîzm vê yekê baş dizane; dema dibêjin civak, dibêjin exlaq; dema dibêjin, exlaq dibêjin jin; dema dibêjin jin, dibêjin jiyan. Em her tim dibêjin Jin Jiyan Azadî. Niha li dinyayê jî gerdûnî bû. Ew jî pir baş di ferqê de ne ku jin, jiyan û azadî ye. Baş tespît kirine ku exlaq û xweşikî ye. Lewra jî, li ser pir cidî lêhûrbûn dikin gelo çawa dikarin hukimraniya xwe li ser vê rastiyê bêhtir bidomînin, vê îradeyê biperçiqînin, bêhtir bitepisînin. Rastiyeke ku em wek şerê taybet pênase dikin heye. Dewlet û şer hene. Piştî şerê cîhanê ya duyemîn hîn bêhtir realiteya şer a bitaybet, şerê derûnî heye. Lê ev şerê taybet bi naveroka xwe re bi tevahî bûye. Hem li dijî kesên li ber xwe didin hem jî li dijî çand û exlaqê şerekî taybet tê meşandin. Rêbertiya me vê rewşê wek qirkirina civakê pênase kir. Wek qirkirina civakê, qirkirina jiyanê, qirkirina exlaqê îfade kir. Wek min got tu yê çawa civakê bişkînî? Ger tu exlaqê tine bikî tu dikarî bişkînî. Tu yê exlaqê çawa tine bikî? Ger tu jinê bê îrade bihêle dikare tine bikî. Birastî jî pir balkêş e, pirsa ‘Kapîtalîzm çima li Ewrûpayê bû pergal’ pir watedar e. Ew pêşveçûna wê pergalê dinêrin, bi milyonan jin hatin şewitandin, bi êşkenceyan hatin qetilkirin. Rêbertî wiha digot. “Ji xweliyê wan cadûyên ku hatin şewitandin pergala kapîtalîst hat avakirin.” Li wê derê çi çêbû? Ew jin hatin qetilkirin û exlaqa wê civakê hat lawazkirin. Dema exlaq lawaz bû hêza civakê nema, dînamîkên berxwedanê lawaz bûn. Bêguman berxwedan dîsa berdewam kir lê qada wê hat tengkirin. Lewra jî, ew vê formûlasyonê pir baş dizanin. Ango ger tu dixwaze exlaqê tine bikî, hêza bingehîn a jiyanê, azadiyê tine bikî tu yê ewil jinê bixe, ewil tecawizî jinê bike, ewil jinê bêaqil bihêle, hestê jinê bikuje, qadên wê teng bike û vîna wê tine bike. Tu vê çiqasî bikî exlaq jî ewqasî lawaz dibe.

Baş e, dema jinê dixe, tine dike çi armanc dike?

Pergala kapîtalîst bi giştî bûye pergaleke bipere. Di vê pergalê de pere bûye xweda. Çiqas perê te hebe tu ewqasî hêz î. Çiqas dewlemendiya te ya madî hebe ewqas bihêz î. Ya rastî divê em nebêjin hêz, hêz tiştekî cudatir e. Divê em bêjin desthilatdar. Tu hêza desthilatdar î, hêza hegemon î. Sînora vê jî nîne. Hîn bêhtir, hîn bêhtir.... Ji bo vê bikin divê civak bê îrade bimîne, bê ziman û bê çand bimîne. Wek mînak em li çiyê dijîn. Gerîla bê dikan, bê elektrîkvan hemû jiyana xwe birêxistin dike. Dikare nanê xwe ji kevir derbixe. Civakên xwezayî jî wiha ne. Bê ku mixtacî kesî bibin debara xwe dikin. Ev jî aliyekî exlaqê ye. Biçin bajarekî, mirovek nikare xwe bispêre hêza xwe karekî bike. Ger kehreba biçe divê gazî elektrîkvan bike; ava wî qût be divê gazî avfiroş bike. Nanê wî nemîne nikare nanê xwe çêbike. 

Hem pê ve tê girêdan hem jî mîna gêj dibe. Ango afirandinê ji bîr dike.

Qabiliyeta te ya karkirinê ji holê radike. Heta teknîkê ewqasî pêş xistine ku tu ji bo her tiştî pê li bişkokê dike. Ev pir rehet tê. Lê ev rehetî jêhatîbûnên tê ji holê radike, te bê çare dihêle. Civakeke bi exlaq di her şert û mercî de çareya xwe dibîne. Ev jî polîtîka ye. Ew civak dikare nanê xwe ji kevir derbixe lê te her tiştî ji we girtiye, te keda we diziye û keda we dubare jê re difroşe. Tu wê dike koleyeke dildar. Mirovan tîne rewşa ku nikare bifikire, kar bike hetta hîs bike. Lê rewşên hîn xirabtir jî hene. Niha em ji hêla jinê ve rastiya Tirkiye û dinyayê binêrin. Ev 5 hezar sal in êrîş, kevneşop û qetlîamên serdestiya mêr û zayenperest hene. Lê niha rojane di nav kolanê de cenazeyên jinan hene. Her roj li bajar û kolanên te an jî li bajarekî din jin dimirin. Her roj jineke ku bi tecawizê re rû bi rû dimîne heye. Her roj ev jin rastî tundiyê tên, tên piçûk xistin. Civakeke wiha civakeke çawa ye? Zarokeke wiha mezin dibe wê çawa mezin bibe? Ciwaneke wiha, jineke wiha jineke çawa ye? Dema jinek kêm dibe exlaq çiqasî kêm dibe? Ew jin nikare îradeya xwe deyne holê. Tê asta ku nikaribe di nav wê civakê de xwe îfade bike, derbikeve derve û kar bike. Rastî tecawizê hatin rewşeke pir giran û wehşet e. Dûçarî vê bûne. Vîneke biexlaq wê çiqas pêş bikeve? Gav bi gav exlaq hate xistin. Em di televîzyonan de dibînin, mêrek êrîşşî jinekê dike, lê dide û yên li derdor tenê temaşe dikin. Ma ev ne pîvaneke exlaqî ye? Ma exlaq çi ye? Mirov ji mirov re dibe alîkar. Ev jî namûsek e. Li ber çavê min kesek hewil dide yekî bikuje. Tu yê li wir midaxil bibe, hewil bide çareser bike, asteng bike. Vê nekirin bêhestbûyîn e.

Ji ber ku li vir milkkirin, jiyana taybet pir zêde derketiye pêş jî di hişê me de tiştekî wiha çêdibe. Wek ku em nikarin midaxele bikin nêz dibin.

Ew jin jixwe malê yekî ye. Hest û hestiyarî jî bi vî awayî tê kuştin. Bûyerên herî jiyanî çêdibin. Mirov dengê xwe dernaxin. Demekê li Tirkiye Tweeter hatibû astengkirin, her kes çawa bertek nîşan dabû. Erê ev jî amûrekî danûstandinê ye. Li gel rexneyên me amûrekî mirovan a civakbûnê ye. Bêguman dikare bê protestokirin jî. Lê gelek pirsgirêkên ji wê girantir hene, pirsgirêka şer heye. Haydê tu şer nabînî lê pirsgirêka te ya xizantî, bindestbûnê heye. Tu nikare xwe îfade bikî, nikare tiştekî rexne bikî, wek mirov tune tê hesibandin. Ne hestyarbûn bi lawazbûna exlaqê re pir girêdayî ye. Her diçe ne hestyarbûn zêdetir dibe û di fikir de tengbûn çêdibe. 

Wextê me nema lê gelek mijarên em bipirsin, nîqaş bikin hene. Ger ji bo we jî guncav be em wiha bikin. Di beşa duyemîn de hem nîqaşên xwe berdewam bikin hem jî hûn wek alternatîf çi pêşkeş dikin biaxivin. Divê em behsa tiştên baş jî bikin. Tenê 2-3 deqqe man. Ez dixwazim hûn bi vê xilas bikin. Di 2022’an de li Îranê Jîna Emînî hat qetilkirin. Ji kesên Jîna qetil kirin re polîsên exlaqê tê gotin. Ez dixwazim hûn bi vê re têkiliya wê deynin û bê beşê wiha xilas bikin. 

Bi rasti jî mînakeke pir balkêş e. Jin exlaqa civaka Rojhilata îfade dike. Tê fêmkirin ku ew jî li dijî Rejîma Îranê xwedî sekne. Serê xwe negirtin vê yekê îfade dike. Berxwedan jî yek ji aliyê bingehîn a exlaqê ye. Çi trajîk e ku pergal polîsê vê jî çêkiriyeî polîsê exlaqê çêkiriye. Exlaq bi polîsan, bi amûrên ewlehî re, bi darê zorê re nabe. Wekî di pirsa we ya yekem de tiştekî xwezayî ye. Di serdema Neolîtîk de di destê kesî de darê polîsa tine bû, mirovan bi zorê nexistin rêzê. Bi xwezayî, bi hezkirin, rêz, afirandin û hilberîn, etîk û estetîka mirovan re pêş ketiye. Polîstiya exlaqê pir trajîk e û li dijî xwezaya exlaqê ye. Di encam de ev êrîş, şehadeta Jîna Emînî, bertekên civakê, ji Rojhilat heta gelên din belavbûna van bertekan nîşan da ku çiqas tiştekî li dijî mirovajiyê ye.

Em dikarin bêjin berxwedana civaka exlaqî û polîtîk e. 

Civak got tu exlaqê temsîl nake, em temsîl dikin. Em bi berxwedana xwe temsîl dikin.