Endama Konseya KBDH’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ji malpera HBDH’ê re li ser têkoşîna azadiya jinê û pêngava ‘Faşîzmê Hilweşînin û Azadiya Xwe Bi Dest ‘ixin’ a KBDH’ê dayî destpêkirin nirxand.
Çewlik di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Sedsala 21’an wê bibe sedsala jin. Em rêbaz û alternatîfên muxalefeta azadiya jinê ya li dijî rêbazên dewletê yên hatine îflaskirin nîqaş dikin.Divê ev yek bigihêje perspektîfa jiyan, azadî û ekolojiyê.
Di pêvajoya şewbê û karantînayê de hem şidetan ava malê û hem jî ya derve her diçe li hemû cîhanê belav bû û didome. Ji ber şewbê jin neçar ma ku li maleke ku mehkûmî şidetê bibe hate hiştin, bû hedefa şideta aborî, fîzîkî û derûnî.
Şideta li ser jinê ne tişteke welê ye ku bi şewbê re zêdetir bûye. Di pêvajoyên şer, karesat û şewbê de bandorbûna jinê ya herî zêde ne ji ber xwezaya karesat û ne jî ya jinê ye. Ev yek ji ber çêkera sîstema mêr a xwe digihîne 5 hezar salî û yek ji koma herî bêewlekarî hatiye hiştine. Ma gelo di nava krîza îro de koma herî bêewlehî ya jinê ma tesaduf e. Her koma ku îdaya xwe ya li ser vê mijarê heye û têkoşînê dike dîsa di her şertî de êrîş li ser jinê tên kirin û didomin. Ne tenê mêrê di bin sêwana malekê de dijîn, polîtîkayên yekparêz û nîjatperest ên netewdewletê jî mirinê û xwepêçanê disepîne.
Sîstema xweparastinê ya jinê ku azadiya jinê esas digire, xwe dispêre prensîbên jiyana ekolojîk û demokratîk, çanda xwecihî û parastina ewlekariya piştevaniya enternasyonal a azadiyê her roja diçe hê zêdetir xwe bi rêxistin dike.
Yek ji taybetmendiyê Peymana Stenbolê ya herî girîng, bê ku li aliyê biyolojîk û hiqûqî, dîsa girêdanên xwînê yên malbatî heye yan ne, şideta li nava malê, dîsa pêşîgirtina her cûre şideta li ser jinê li gorî standartên têkildarî têkoşîna bi vê re û girêdayî hiqûqa welatên Ewropa belgeya yekem e. Peymana ku wekheviya fîlî û hiqûqî ya di navbera jin û mêr de pêk tîne, di mijara pêşîgirtina şideta li ser jinê de kilîd e; heman demê cihêkariya li ser jinê jî qedexe dike. Peyman şideta hem li qada taybet û hem jî qada civakî qedexe dike ye. Peyman ne tenê şideta demê aştiyê, heman demê şideta dema şer û piştî şerê çekdarî jî qedexe dike ye.
Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke cîhanî û civakî ye. Em nikarin vê yekê ji ketina çiravê ya sîstemê ku pirsgirêkên dijîn cuda bigirin dest. Sîstema kapitalîst di nava krîzekî mezin de ye. Ji vê kaos û krîzê yên herî zêde derb jê dixwin jin in. Ji ber vê yekê pêwîstiya lezgîn a azadiya jinê heye. Hatina ba hev a hemû jinan a cîhanê têkoşîn û şerê li dijî desthilata faşîst e. Xwebûn û weke xwe tevlîbûn refleksekî parastinê ye. Ji bo azadiya xwe berxwedan û têkoşîn kirin, mafê herî rewa yê xweparastinê ye. Azadî xweparastin e. Di vê wateyê de çalakiyên demê dawî yên li dijî desthilata faşîzan a AKP-MHP’ê girîng in.
Ev desthilat li erdnîgariya em lê ne jinên kurd û gel dixwaze qir bike. Tirkiye gel, ciwan, jin, zayendên hejar, karker-kedar her rojê bi polîtîkayên xwe yên faşîzan diparçiqîne tine dike, wer dike ku nefesê negire. Desthilat ji bo polîtîkayên xwe yên belavkar hemû civak xistiye nava zextan. Li dijî vê desthilata ku erdniyariya me ya jiyanê wer kiriye ku mirov nikare lê bijî, çalakiyên ku li dijî cihên aborî û leşkerî bên kirin girîng in.
Çalakiyên demê dawî yên KBDH û HBDH’ê hatin kirin di astekî baş de desthilata faşîst xisiye nava zorê. Çawa ku li Tirkiyeyê gelek sosyalîstên şoreşger û rêxistin berdêlên mezin dan û bi pêşengtîkirina ji rêxistinê re gihiştin roja îro, wê ji niha û şûnde jî mîna mîrasê têkoşîn û ruhê berxwedanê wê bi çalakiyên KBDH û HBDH’ê wê di gihandina serketinê ya çalakî û rêxistinkirina pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê roleke dîrokî bilîzin. Wê bibe hêza çalakiyê ya rêxistinkirina her demî. Di vê wateyê de çalakiyên li dijî cihên leşkerî û aborî em dikarin tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê ya gihnandin serketinê binirxînin.
Erkekî mezin dikeve ser milê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan. Ji her demê bêhtir hêviya me heye ku bi yekbûyên yekbûna xweparastinê re wê faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi ser bixin. Em KBDH em xwe ji mafên civakî yên jinan ên fîzîkî, civakî û sosyal xwe berpirs dibînin û rêxistinbûyîna milîsên hêza çalakî û zanabûn rêxistina jinê divê li kolanan bêdeng nebin. Li dijî sazî û polîtîkayên dewletê yê rewakirina şideta li ser jinê wê çalakî li bajar û çiyan zêdetir bibin. Di serî de li metrepolên Tirkiyeyê, li çiyayên Kurdistanê weke yekbûyên xweparastina jinê, em ê rêbaz û taktîkên çalakiyan dewlemend bikin û faşîzmê hilweşînin û azadiyê bi dest bixin.
Li kolanan roja çalakiyan e. Dem dema di rêbaz û taktîkên çalakiyan de dewlemend bibin û zabaûna xwepastinê pêş bixin. Di pêvajoyeke wiha de pêngava HBDH û KBDH a ‘ Faşîzmê Hilweşînin û Azadiya Xwe Bi Ser Bixin’ pêngaveke di cih de dibînin. Roj roja hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê ye; roja hilweşandina sîstem û hişmendiya taciz û tecawizê ye. Roj roja bidestxistina azadiya xwe ye. Ji bo vê di serî de divê jin û hemû ciwan û hejar li kolanan bikevin çalakiyan. Roj roja jiyaneke azad û wekheve.”