Çewlig: Bi rêbaza serketinê ya Zîlan em ê Erdogan têk bibin

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Çewlig, li merasîma bîranîna Zîlan axivî û got, "Em ê bi xeta Zîlan, konsepta Erdogan hilweşînin."

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Zeynep Kinaci (Zîlan) a li Dersimê di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiya fedayî pêk anî, di salvegera şehadeta wê de bi merasîmekê bibîr anî.

Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig, Emîne Erciyes û ji fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî û Ruhilat Amanos jî tevlî merasîmê bûn.

'ZÎLAN NAVÊ ÇALAKIYA XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO YE'

Çewlig di destpêka axaftina xwe de gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Îro 21. salvegera çalakiya fermandara me Zîlan e. Em vê yekê li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû hevalên xwe pîroz dikin. Di şexsê Zîlan de hevalên Sema, Gulan, Zinar, Doga, Bedran û Hêlîn Dersim bibîr tînin. Çalakiya hevala Zîlan ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve bûye sembola dîroka têkoşînê ya tevgera me. Bi taybetî bûey pêşeng ji xeta azadî û artêşbûna jinê re. Ji ber vê yekê hevala Zîlan ji bo me ne tenê şexsiyeteke; ew berxwedan, têkoşîn, xeta fedayî ya ruhê Apoyî û manîfestoya jiyana azad e. Di heman demê de, di pîvana jina azad, fermandarî, rêbaz û taktîka jinê de xeta serketinê ya serdemê ye."

Di dewama axaftina xwe de Çewlig bal kişand ser planên komployê yên di sala 1996'an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd hatin kirin û got, "Ji bo derb li tevgera me were xistin, di 6'ê Gulana 1996'an de xwestin li hemberî Rêberê me komployê bikin. Hevala Zîlan bi vê komployê hesiya û bersiv da wê. Ji ber vê yekê, Zîlan ji bo me hemûyan tê wateya xwedîderketina li Rêbertî. Zîlan ji bo tevgera me û Rêberê gelê me canê xwe kir mertal. Di şexsê artêşa Tirk de hevala Zîlan derb li siyaseta înkarê û konsepta komploker jî xist. Lewma Zîlan ji bo hemû ciwanên Kurd qibleya azadî û berxwedanê ye. Zîlan li dijî zîhniyeta paşverû û qirkirinê banga azadiyê ye. Ev çalakî ji bo her kesî bû hêviyeke mezin a li dijî zîhniyeta mêtînger. Hevala Zîlan bi çalakî, wêrekî û dilsoziya xwe, konsepta tinekirinê ya li dijî Rêber ût evgera me, têk bir."

'GERÎLA LI SER ŞOPA ZÎLAN LI HER DEVERÊ NE'

Çewlig bibîr xist, PKK bi salane ji bo gel û jinên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn têdikoşe û destnîşan kir, ku vê têkoşînê bi pêşengiya Rêbertî, şehîdan, keda gel û artêşa parastina jinê bandor li tevahiya cîhanê kiriye.

Çewlig wiha dewam kir: "Weke hêza YJA Star û gerîlayên azadiya Kurdistanê em li pêşberî Rêber Apo û şehîdan berpirsyar in. Bi pêşengiya tevgera azadiya jinê, îro li Kurdistanê di xeta Zîlan, Sema, Bedran û Nalîn de, bi ruhê Zîlan li Rojhilatê Kurdistanê, li Şengalê, ji Kerkûk-Mexmûrê heta Rojava li her deverê bi parastina jinê re gelê Kurd hemû nirxên mirovahiyê diparêze û vê fedakariyê bi pêşengiya jinê dike."

Çewlig ragihand, zîhniyeta AKP'ê nekariye vê hêza gelê Kurd û PKK'ê hezm bike, lewma dest bi şer kiriye û got, "Ev demeke dirêj e em ti agahiyê ji Rêberê xwe angirin. Zîhniyeta faşîst a AKP'ê, bi bêagahîhiştina gelê Kurd û tevgera PKK'ê ji Rêber Apo, nikare tiştekî bi dest bixe. Di heman demê de li her devera Bakurê Kurdistanê şer dike."

Çewlig da zanîn, AKP û Erdogan rastî û encamên şer bi zanebûn berevajî dike û destnîşan kir, ku tevî hemû êrîşan jî gerîla ji Derya Reş heta Amanostan ti çeperên xwe neterikandine û got, "Timî dibêjin, 'Me ewqas PKK'yî tine kir, PKK qels bû, me ewqas girt'. Eger gotinên wan rast bûya, heta niha diviyabû her yekî ji me çend caran şehîd bibûya. Hewl didin şer bi vî rengî nîşan bidin."

'BI RÊBAZA SERKETINÊ YA ZÎLAN, WÊ ERDOGAN TÊK BIÇE'

Fermandar Çewlig da zanîn, Erdogan li dijî hemû hêzên demokratîk û saziyên ji bo demokrasiyê têdikoşin dîktatoriya xwe îlan kiriye û got, "Rastiyeke bi vî rengî heye ku ji aliyê tevgera PKK'ê ve hatiye afirandin. Çawa ku hevala Zîlan bi çalakiya xwe konsepta qirkirinê têk bir, îro jî bi têkoşîna bi heman ruhî wê konsepta Erdogan têk biçe. Par bi dehan çalakiyên fedayî hatin lidarxistin; gerîla li qadê bi ruhê hevala Zîlan şer dike."

Zozan Çewlig diayr kir, ruhê berxwedanê yê YJA Starê ji Zîlan tê û axaftina xwe wiha qedand: "Hevala Zîlan, ji bo em xwedî li Rêber Apo û şehîdan derkevin, ku nirxên bingehîn ên gelê Kurd e, bang li me kir. Weke artêşa jinê û hêza jinê YJA Star, em ê bi vê erk û berpirsyariya xw erabin. Heta ku Rêber Apo azad bibe, li Kurdistanê mêtîngerî biqelihe, em ê têkoşîna xwe geş bikin. Ev yek soza me ya dilsoziya bi şehîdan re ye."

Piştî axaftinê, hêzên YJA Starê şanoyek li ser jiyan û têkoşîna Zîlan nîşan dan, stran gotin û helbest xwendin.