Çalakiya li pêşiya KE’yê wê ciwan dewir bigirin

Çalakiya rûniştinê ya hefteya duyemîn a 12’ê Cotmehê li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Hefteya sêyemîn û dawî wê ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê dewir bigirin.

Çalakiya ku di hefteya duyemîn ve ji aliyê aktivîstên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hate girtin, wê vê hefteya pêşiya me Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropa û eternasyonalîst dewir bigirin.

22’yê Cotmehê piştî meşa girseyî li pêşiya Konseya Ewropayê mîtîngek hate kirin. Ji ber rûniştinên du rojan ên li KE ya bi mijara Tirkiyeyê bi meş û mîtîngan jinan bal kişan ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser jinan, tecrîd û pêkanînên der mirovî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgehan.

TJK-E çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dewrî ciwanên Kurd û enternasyonalîst kirin. Ciwan wê bi serê hefteyê dest bi çalakiyê bike û dawî li çalakiya pêşiya KE’yê hatibû destpêkirin bînin.

Ciwan wê tevahiya hefteyê balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xurtkirina têkoşînê  bang li Kurd û dostên xwe bikin.

Ciwan wê bi destpêkirina çalakiyê re rêze çalakî û aktivîteyan lidar bixin, li gorî vê;

26’ê Cotmehê saet 11:00’an kom bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya xwe bikin.

27’ê Cotmehê ciwan wê li bajar çalakiyên mîna şanoyên kolanan, konsertên biçûk lidar bixin, belavokan li ser tecrîdê belav bikin.

Wê dosyayan pêşkêşî nûnerên herdemî yên welatên KE’yê bikin.

28’ê Cotmehyê bi tevlîbûna gel saet 12:00’an wê mîtîngek girseyî bê kirin. Heman rojê saet 13:00’an jî ji Koordînasyona Ji Ocalan Re Azadî ya Cîhanî 3 kes wê bi skype li qadê tevlî mîtîngê bibin.

29’ê Cotmehê çalakiyê çandî û huner bê kirin.

30’ê Cotmehê jî wê li Qada Kleberê saet 13:00’an meşeke girseyî bê lidarxistin.