9 sal ceza li Zûhal Tekîner birîn

Bi sûcê ‘endama rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê ya bi xelek’ ji bo hevşaredara dema berê niha ya Farqînê Zûhal Tekîner 9 sal ceza hate birîn.

Danişîna biryarê ya doza ku bi hinceta xebat û çalakiyên di navbera salên 2015-2016’an de tevlî bûbû li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê Zûhal Tekîner vebûbû, li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat.  Tekîner tevlî danişînê nebû parêzerê wê Abdulkadîr Guleç tevlî danişînê bû.

Di danişînê de dozger mutatalaaya xwe xwend û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” ceza ji Zûhal Tekîner re xwest. Parêzerê Tekîner, Abdulkadîr Guleç li dijî mutalaayê parastin kir û destnîşan kir ku ji bilî gotinên bi nakok ên şahidên bûyerê tu delîl tunene û xwest muwekîla wî bê beraetkirin.

Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê biryara xwe eşkera kir û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 6 cezayê girtîgehê li Tekîner birî.