8'ê Adarê li Swîsreyê bi girseyî hate pîrozkirin

Li 6 bajarên Swîsreyê jin daketin qadan û 8'ê Adarê bi rengekî girseyî pîroz kirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya jinên Swîsreyî, Kurdistanî, Tiriyeyî û platformên jinên koçber li bajarên Basel, Lûzern, Lûgano, Bellînzona, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê hate pîrozkirin.

LI BASELÊ MEŞA BI ŞEV A FEMÎNÎST

Li bajarê Baselê meşa bi şev a femînîst hate lidarxistin.

Polîsên kantona Baselê ji ber astengiyên şewbê hewl dan pêşî li meşê bigirin, lê belê jinan li gel bendên polîsan jî bi dirûşma "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin" meşa xwe li dar xistin.

Bi sedan jinên ku li Theatherplatzê li hev civiyan, li dijî sîstema kapîtalîst û sîstema dewleta netewe ya mêr dirûşm qîriyan, ji bo bilindkirina têkoşîna jinê bang kirin.

Di dema çalakiyê de qisekeran bal kişandin ser mînaka şoreşa jinê ya li Rojava û hate destnîşankirin ku bi sûdwergirtina ji vê mînakê sîstema dewletê ya kapîtalîst û mêr dikare bê hilweşandin.

LOZAN

Li bajarê Lozanê, jinên Kurdistanî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bûn. Jinên Kurd li qada çalakiyê stand danîn û ji bo girtiyên jin ê li zindanên Tirkiyeyê qert amade kirin, di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê hatin vegotin.

LÛZERN

Li bajarê Lûzernê, bi pêşengiya Ûnîa, Collectîve, Meclîsa Jinên Kurd, Greva Jinê ya Swîsreyê, Greva Avhewayê û Resolûtê, li navenda bajêr ji bo saetekê tûra bîsîkletan hate kirin. Piştre jî li qada Vogelîgartliyê mîtîng hate lidarxistin û 8'ê Adarê hate pîrozkirin.

CENEVRE, LÛGANO, BELLÎNZONA

Li bajarê Cenevreyê jî li girava Roûsseûyê bi pêşengiya însiyatîfên jinan mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarên Lûgano û Bellînzona yên Swîsreyê ku şêniyên wê bi Îtalî lê diaxivin, jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin.