Meral Daniş Beştaş: Em ji bo serketinê bi rê ketin

Namzeta Hevserokatiya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku nêzîkatiya wan a stratejîk a sala 2019 û 2023’yan, encamên ku wan dixwest neafirand û têkoşîna civakî pêş nexist û got, ew ji bo serketinê dikevin hilbijartinan.

Partiya Demokratîk a Gelan di sala 2019’an de ji bo têkbirina faşîzmê piştî da namzetên li hemberî AKP-MHP’ê. Partiyê ev yek weke pêngaveke stratejîk pênase kir û piştî ku bi doza girtinê re rû bi rû ma, bi navê Partiya Çepên Kesk ket hilbijartinên 14 û 28’ê Gulana 2023’yan. Di van hilbijartinan de ev stratejî di asteke hîn taktîkî de bi kar anî.

Di sala 2024’an de jî partiyê weke DEM Partî dewam kir. Vê carê biryar da ku bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê.

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivî.

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew partiya gel in û got: “Em siyaseta demokratîk weke rêbazekî dibînin ku wê li Tirkiyeyê guhertin, veguhertin, çareserî û aştiyê pêk bîne. Yek ji amûrên siyasetê piştgirî standin e. Nêzîkatiya stratejîk a ku me di sala 2019’an û 14 û 28’ê Gulanê de pêk anî – bi taybetî ji bo 2019’an dibêjim, di sala 2023’yan de sekneke pir taktîkî bû – encamên ku me dixwest, ne afirand. Me tespît kir ku têkoşîna civakî pêş nexist. Me bi vê yekê re xwest ku deriyekê vekin, lê me dît ku di wê demê de ev nabe. Helbet em partiyek in û em ê bi xwe bikevin hilbijartinan, yên din îstîsna bûn. Ya esil ew e ku em bi nasnameya xwe bikevin hilbijartinan.”

Beştaş ragihand ku Bajarê Mezin jî di nav de ew li 17 navçeyan dikevin hilbijartinê û got: “Mixabin li du navçeyan jî pirsgirêka dem heye. Me li Esenler û Bagcilarê îtîraza vê yekê kir, niha em li bendê ne. Em ê hemû giranahiya xwe bidin 17 navçeyan û Bajarê Mezin.”

Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ew ji bo xwe bigihînin gel û pirsgirêkên mezin ên Tirkiyeyê nîqaş bikin û têkildarî vê yekê perspektîfa xwe ya çareseriyê şîrove bikin bûn namzet û ev tişt bilêv kir: “Em rêveberiyeke alîgirê gel armanc dikin. Mesela me ew e ku em xizmetê ji gel re bikin, yan çavê me li kursiyê ye. Helbet em di hemû bersivên xwe de vê yekê pir zelal dibêjin: Em ji bo ku bi kesekê bidin qezenckirin yan jî bidin windakirin, neketine rê. Em ji bo serketinê ketine rê.”