‘Heke dek û dolab neyê kirin wê Kiliçdaroglu bi ser bikeve'

Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku ger muxalefet di tûra duyemîn de dakeve qadê û pêşiya dek û dolaban bigire wê Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve.

Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê di bin siya sextekariyê de pêk hatin û rewşeke krîmînal derketiye holê. Elîaçik bal kişand ser vî tiştî ku hêza mûxalefetê têr nekir ku dek û dolabên di hilbijartinan de derkeve holê.

Elîaçik ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku di 14'ê Gulanê de ji aliyê dewletê ve dek û dolabên giran hatiye kirin û got, "Di encamên hilbijartinê de rewşeke wisa heye ku şîrketên anketan, sosyolojî, zanistên civakî û zanistên daneyên îstatîstîkî nikariye fêm bike. Nabe ku hemû şîrketên anketê wisa xelet derketine. Di vê demê de mûxalefet ew qas bihêz nîne ku sextekariya di hilbijartinan de derxîne holê. Dibêjin her tişt asayî ye, xapandin tune ye û bi vî awayî ser qelsiya xwe digirin. Lê li holê rewşeke krîmînal heye. Gelek aliyên dewletê di nav vê meseleyê de ne.”

6 MILYON HILBIJÊR ZÊDE NE

Elîaçik anî ziman ku nêrînên ku dibêjin pêla neteweperestiyê di hilbijartinan de bilind dibe û bandorê li ser encaman dike ne rast in û got “Li gorî zêdebûna nifûsê 6 milyon hilbijêr zêde hatine nivîsandin, tu kes nikare vî tiştî îzah bike. Milyonek û 800 hezar hilbijêr zêde ne. Li gund û mezrayan deng hatine dayîn. Li nêzî 50 hezar gund û mezrayan peywirdarê sindoqê û muşahîdên mûxalefetê tune. Bi 3,4 nasnameyan li ser sindoqên cihê deng hatine dayîn. Li gorî min encamên hilbijartinê wekî texmîna şîrketên anketan bû. Kiliçdaroglû yan li pêş bû yan jî bi ser ketibû. Qala bilindbûna pêla nijadperestiyê tê kirin lê ev ne pêleke wisa mezin e. Li gorî sala 2018’an dengê partiyên nijadperest kêm bûye.”

Elîaçik bi bîr xist ku dengê AKP’ê di vê hilbijartinan de kêm bûye û ji sedî 8 daketiye û got “Li gorî encamên sala 2018’an bi tenê CHP’ê dengê xwe zêde kiriye. CHP’ê deng ji hilbijêrên mûhafazakar stendiye lê li cihên ku keleha CHP’ê ne jî dengê wê kêm bûye. Li wan deran deng çûne ji Sînan Ogan, Partiya Zaferê û MHP’ê. Dengê AKP’ê ji sedî 8 kêm bûye. Lê di hilbijartina serokkomariyê de ev matematîk di daneyan de xuya nabe. Li wir tiştekî din heye. Hêzek tuneye ku karibe vî tiştî çareser bike.”

Elîaçik diyar kir feraseta olê ya AKP û tifaqa ku piştgirî daye wê nikare asta olî ya di salên 70’î de derbas bike û got “Lê bîrbûna Îslamî gelekî zêde bû. AKP, Huda Par û terîqetên hene gelekî li paş feraseta pêşketî ya Îslamî mane.

GOTINÊN KILIÇDAROGLÛ NE ŞAŞ BÛ

Elîaçik anî ziman ku ew namzetiya Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo Serokkomariyê wekî biryareke rast û guncav dibîne û wiha got: “Gotina wî ya namzetê mûxalefetêne şaş bû. Tifaqa ku ava kir û piştgiriya stend jî ji bo serketinê bes bû lê nekarîn pêşiya dek û dolaban bigirin. Rewşeke krîmîmal heye û nikarin serî bi vî tiştî derxînin. Lê heke di tûra duyemîn de dakeve qadê û pêşiya dek û dolaban bigire wê wekî encamên di anketan de Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve.”