Temellî: Dema guhertinê ye, teqez em biçin dengê xwe bidin
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî ku li Stenbolê bi gel re axivî, got: ‘’Niha dema guhertinê ye. Kî ku neçe dengê xwe nede wê bibê şirîkê vê zilm û xerabiyê.’’

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Arnavûtkoyê, di çarçoveya xebatên tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de li Qada Komarê civîna gel li dar xist. Di civînê de dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” , “Em ê bi yekbûnê bi ser bikevin” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, rêveberên partiyê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî û gelek welatî beşdar bûn. Govend li ber stranan hat girtin.
‘ÊN DENG NEDANE BILA BIÇIN DENGÊ XWE BIDIN’
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî bi gel re axivî, diyar kir ku ji bo azadî û demokrasî were vî welatî ew têdikoşin û wiha got: “Çi dikin bila bikin wê ev gel têbikoşe û li ber xwe bide. Bi dek û dolabên cur bi cur hilbijartinên 14’ê Gulanê kar kir. Em ê hesabê wê jî bixwazin. Lê negihîştin armanca xwe ya bingehîn. Vî gelî çawa di tûra pêşîn de nehiştibe, wê sibehê jî ber li pergala faşîst û yekperest bigire. Kesên deng nedane, divê eseh biçin dengê xwe bidin.’’
‘NIHA DEMA GUHERTINÊ YE’
Temellî, destnîşan kir ku hesabê komkujî û zilma li gel hatiye kirin wê sibehê di sindoqan de were pirsîn û axavtina xwe bi wiha qedand: “Niha dema guhertinê ye. Kî neçe ser sindoqê wê bibe şirîkê vê zilm û xerabiyê. Ji bîr nekin qedera vê axê û Rojhilata Navîn di destên we de ye. Em ê qedera vî welatê xweş û Rojhilata Navîn bi hev re biguherînin.”