Kerem Firtina bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir
Namzetê parlamenteriyê yê herêma 3'emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir ku ji bo welatekî 'ronahî' mohra xwe li binê logoya darê bixin.
Namzetê parlamenteriyê yê herêma 3'emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir ku ji bo welatekî 'ronahî' mohra xwe li binê logoya darê bixin.
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê li Îngilistanê îro roja dawî ya dengdanê ye.
Namzetê Parlamenteriyê yê Herêma 3'emîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina peyamek bi dîmen weşand û bang li hilbijêrên li Îngilistanê kir.
Peyama Firtina bi vî rengî ye: "Îro li Îngilistanê roja dawî ya dengdanê ye. Dibe ku pêwîstî bi hinekî din kedê hebe. Lê belê ji bo xwişk û birayên xwe yên li vê derê, ji bo dost û hvalên xwe, ji bo me, ji bo xwe, ji kerema xwe re dengê xwe bidin. Mohra 'erê' li binê wê logoya darê bixin. Bi hêviya hevdîtina li Tirkiyeya ronahî ya piştî 15'ê Gulanê..."
Heta 6'ê Gulanê li bajarên London, Manchester, Leîcester û Edînbûrgh ê Skoçyayê bi giştî 55 hezar û 655 deng hatin bikaranîn. Tê texmînkirin ku hejmara dengên nehatine bikaranîn 70 hezar deng in. Di nava vê daneyê de dengên li gumrukan hatine bikaranîn nîne.
Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk bang li alîgirên ked û azadiyê kir ku berpirsyariya xwe ya mirovî û dîrokî bi cih bînin.
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ku li Brîtanyayê ji bo hilbijartinê kar dike, bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bi kar bînin.