Karkerên Înşaetê wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Karkerên Înşaetê ragihandin ku ew piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk û pê piştrast in ku li meclîsê wê bibe dengê wan.

Ji bo hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê çend roj man. Eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe. Karkerê Înşaetê yê 18 salî Azad Karakûş ku wê yekemcar di vê hilbijartinê de dengê xwe bide, anî ziman ku fikarên wî li ser paşerojê hene, lewma ji bo paşerojê wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Karkerên Înşaetê ku li Sendîkaya Karkerên Rê û Înşaetê ya Şoreşger ji ANF'ê re axivîn, qala desteserkirina mfên xwe kirin û diyar kirin ku wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Azad Karakûş ê 18 salî ku neçar ma dest ji dibistanê berde û ji Wanê hat Stenbolê ji bo kar bike, îsal wê cara yekemîn dengê xwe bi kar bîne. Azad Karakûş ragihand ku ew nikare ji xwe re xeyalan çêbike û destnîşan kir ku di demeke bi vî rengî de yekane partiya ku hêjayî dengan e Partiya Çepên Kesk e. Karakûş got, "Ne tenê ji bo xwe, ez dixwazim ji bo mirovan hemûyan ev sîstem biguhere. Îro mafê me tê desteserkirin, sibe wê yên karkerên din bê desteserkirin. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim Partiya Çepên Kesk."

'YEKANE PARTIYA KU MAFÊ ME BIPARÊZE'

Yûsûf Kent ku 10 sal in li karê înşaetê dixebite û piraniya pereyê qezenç dike ji malbata xwe re dişîne, anî ziman ku ew bi derfetên gelekî kêm li înşaetê dixebitin, fîrma timî mafê wan dixwe. Kent destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk yekane partî ye ku mafên wan biparêze.

'EZ BAWERIM KU WÊ JI BO ÇARESERIYÊ BIXEBITE'

Karkerekî din ê îşnaetê Kerîm Înce jî anî ziman ku yekane daxwaza wî jî çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê ye û got, ew bawerim ku Partiya Çepên Kesk wê ji bo çareseriya van pirsgirêkan bixebite, lewma piştgiriyê wê dike.

'ÇI DIKIN BILA BIKIN, EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'

Tarik Karûl ku demeke dirêj e li karê înşaetê dixebite, destnîşan kir ku ji bilî Partiya Çepên Kesk ew xwe di nava ti partiyê de namînin û got, "8 sal in li sektora înşaetê dixebitim. Mafên me timî tê desteserkirin, em li baraqayan dimînin. Hewl didin ku HDP'ê bi neheqiyê bigirin, bi her awayî li wan dixin. Çi dikin bila bikin em ê dest jê bernedin. Ez li aliyê Partiya Çepên Kesk im."

'DI BERXWEDANÊ DE BI ME RE NE'

Nûnerê Dev Yapi-Îşê Osman Uney jî anî ziman ku karkerên înşaetê piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk û ragihand ku di berxwedanan hemûyan de parlamenterên HDP'ê û namzetên Partiya Çepên Kesk bi karkerên îşnaetê re ne, lewma jî ev yek bandorê li biryara karkeran dike. Uney got, "Karkerên înşaetê dixwazin bi rengekî mirovî bijîn, bixebitin. Keda wan her roj tê desteserkirin, di kar de têne kuştin. Karkerên ku beriya niha dengê xwe dabûn AKP an jî CHP'ê em dibînin ku meyla xwe êdî li ser Partiya Çepên Kesk e."