Hevberdevkên Maseya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîba Keskîn û Emîn Ay serdana Rêxistina Meletiyê ya Partiya Çepên Kesk kirin. Serdan li konteynira li navçeya Yeşîlyûrtê pêk hat û namzetên parlamenteriyê û endamên partiyê tevlî bûn.
Hevberdevka Maseya Îslamê ya HDP'ê Dîba Keskîn li serdanê axivî û got, "Hêviya me ew e ku mirovên bi êşa vî bajarî zanin biçin meclîsê û bajêr temsîl bikin. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve em hewl didin birîna mirovên xwe yên li herêmên erdhejê bipêçin, piştgiriyê bikin. Bêguman karên hilbijartinê yên li herêmên erdhejê naşibin ji herêmên din, li vir hevalên ku kar dikin di heman demê de mexdûrên erdhejê ne. Lewma me xwest serdana hevalên xwe bikin û piştgiriya wan bikin."
Hevberdevkê Maseya Îslamê Emîn Ay anî ziman ku desthilatdarî olê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û diyar kir ku li gorî ruhê Îslama demokratîk li dijî Mûaviye ew li aliyê Abûzer in. Emîn Ay li ser hilbijartinê got, "Ne tenê ji bo me, ji bo hemû gelan ev hilbijartin gelekî girîng e. Ji ber vê yekê em dixwazin ku mirovên bi rûmet ên ji me biçin meclîsê. Lewma ji bo piştgiriya bi nazmetên Partiya Çepên Kesk em hatin Meletiyê. Sîstema heyî hebûna xwe li ser olperestiyê ava dike. Li dijî gelan û baweriyan, senteza Îslamê ya Tirk weke çekekê bi kar tîne. Em jî weke endamên Îslama Demokratîk heta ku ji me tê em hewl didin rastiya Îslamê û Xwedê ji mirovan re vebêjin. Em ê rastiya Îslamê vebêjin ku nîşan bidin ku desthilatdarî ji bo xwe Îslamê weke amûrekê bi kar tîne. Em di wê baweriyê de ne ku di vê hilbijartinê de wê parêzvanên maf û azadiyê bi ser bikevin."