Dengdana li derveyî welat dewam dike
Di roja dawî ya dengdayînê ya li derveyî welat de, xebatên ji bo Partiya Çepên Kesk bi xurtî dewam dikin.
Di roja dawî ya dengdayînê ya li derveyî welat de, xebatên ji bo Partiya Çepên Kesk bi xurtî dewam dikin.
Dengdana ji bo hilbijartinê ya li derveyî welat ku di 27'ê Nîsanê de dest pê kiribû, li nûnertî û deriyên gumrikê dewam dike.
AWÛSTÛRYA
Li gorî agahiyên ku ji Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Awûstûryayê Zulkuf Karatekîn hatin girtin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de koordînasyonên welat, eyalet û herêmê hatin avakirin.
Her wiha hat texmînkirin ku ev yek dê kêm bimîne û li ser vê bingehê komîsyonên hilbijartinê li ser bingeha bajarên ku Kurdistanî lê zêde ne hatin avakirin.
Zulkuf Karatekîn diyar kir ku, li Ewropayê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan li gorî sala 2018’an zêde bûye.
Li gorî Karatekîn rêjeya tevlîbûnê ya ku di sala 2018'an de derdora ji sedî 49-50 bû, di hilbijartina îsal de ji sedî 60-70 zêde bûye.
Karatekîn anî ziman ku, armanca wan ew e ku li Awûstûryayê dengên HDP'ê yên sala 2018'an bi Partiya Çepên Kesk re bikin du qat.
JAPONYA
Li Japonyayê dengdan ji 5 heta 7’ê Gulanê pêk hat. Nêzî 3 hezar kes çûn ser sindoqan.
Li gorî agahiyên ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Japonyayê ya Partiya Çepên Kesk hatin girtin, dengdana du rojên destpêkê bi xurtî derbas bû. Tevî bahoza roja sêyemîn jî hilbijêran dengê xwe dan.
Endamên koordînasyonê bawer dikin ku Partiya Çepên Kesk dê bibe partiya yekem li Japonyayê.
ÎTALYA
Li gorî agahiyên ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Îtalyayê ve hat dayîn, 8190 hilbijêr çûne ser sindoqan û deng dane. Ji van hilbijêran 3537 li Mîlano û 1653 hilbijêran jî li Romayê dengên xwe dane. Koordînasyona Hilbijartinê ragihand ku li gorî encamên ne diyar derdora 2 hezar hilbijêran dengê xwe dane Partiya Çepên Kesk.
Koordînasyonê diyar kir ku, li Îtalyayê di hilbijartinên berê de rêjeya dengan ji sedî 43 bû û anî ziman ku ew li bendê ne ku di vê hilbijartinê de rêje ji sedî 50 derbas bibe.