Tûra ciwanan a li Berlînê bi dawî bû

Ciwanên ji TCŞ û TekoJIN tûra xwe ya ciwanan a li paytexta Elmanya Berlînê bi semînera li ser dîroka ciwanan û şeva moralê bi dawî kirin.

Semîner di şexsê Şehîd Senar Zagros ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di semînera li ser dîroka ciwanan de nasnameya ciwanan hate nîqaşkirin. Rola ciwanan a di dîrokê de û ruhê ciwanan ê di têkoşîna azadiyê de hate nirxandin.

Di semînerê de pirsgirêkên heyî yên ciwanan, wezîfe û berpirsyariya ciwanan hate nîqaşkirin.

Piştî semînerê ciwanan şeveke moralê lidar xistin û bi gerandina govendê, bi stran û helbestan tûra xwe ya li Berlînê bi dawî kirin.