Li Torînoyê Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re

Jinên li Torînoyê çalakiya ‘Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re’ lidarxistin.

Jinên ciwan ên enternasyonalîst li bajarê Torîno ê Îtalyayê bi sernavê “Rojên Diyalogê bi Rêber Apo re’ stand vekirin. Di standê de pêşangeha hunerî û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdudllah Ocalan hatin pêşkeşkirin.

Jinan pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê protestokirin. Her wiha di pêşengehê de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di roja me de giran dibe û berxwedana dîrokî ya gerîlayên li çiyayên azad ên Kurdistanê hate destgirtin.

Di çalakiyê de felsefeya Abdullah Ocalan û azadiya jinê derket pêş.

Di pêşengeha hunerî de “teoriya gul” ya Abdullah Ocalan û 5 rêgezên azadiya jinê hatin temsîlkirin.