Sê şehîdên YRK’yê Hêja Sine, Sîrwan Alanî û Şêrko Rojhelat hatin bibîranîn

Li Silêmaniyê di sêyemîn salvegera şehîdên YRK’yê de Hêja Sine, Sîrwan Alanî û Şêrko Rojhelat hatin bibîranîn ku li herêma Şahoyê şehîd bûbûn.

Li Silêmaniyê ji hêla malbatên şehîd Hêja Sine û hin malbatên din ên şehîdan ve ji bo sêyemîn salvegera şehîdbûna Hêja Sine û hevalên wî Sîrwan Alanî û Şêrko Rojhelat merasîmek hat lidarxistin. Şehîd Hêja Sine û hevalên wî di 15’ê Hezîrana 2021’an de li nêzîk gundê Sûretûyê li herêma Şahoyê di encama wî şerî de ku bi cehşên dewleta Îranê re kiribûn, şehîd ketibûn.

Piştî destpêkirina merasîmê dayika şehîd Hêja Sine Daye Pirşingê li ser navê malbatên şehîdan silav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana bêhempa ya Îmraliyê kir û got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd, ez tecrîdê şermezar dikim.”

Daye Pirşingê di axaftina xwe da amaje bi taybetmendiyên şehîd Hêja kir û wiha domand: “Hêja di malbateke welatparêz de bi çand û exlaqa şoreşgerî mezin bû. Tevî ku ciwan bû, lê belê ji ber ku malbat û merivên wî xwedî kevneşopiyeke şoreşgerane bûn, zêdetir cudahiyên nav civakê fam kirin û dît ku li hember neteweya wî çewisandin û cudakarî tê kirin û ev yek qebûl nekir. Piştre têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bala heval Hêja dikişîne û dikeve bin bandora ramanên Rêber Apo û beşdarî xebatên azadiya Kurdistanê dibe û diçe nav refên gerîlayên Kurdistanê û bi awayekî fedakarane li gel hevalên xwe tê koşiya û şehîd bû. Em wek malbata şehîd, di kesayetiya heval Hêja Sine de Sîrwan Alanî, Şêrko Rojhelat û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û di heman demê de em  tînin bîra her kesî, bi taybetî tînin bîra xelkê rojhilatê Kurdistanê ku tekane rêya xwedîderketin û parastina mîrate û destkeftên şehîdên me, beşdarbûna li nav refên xebat û têkoşînê ye.”

Di dawiya merasîmê de Wehab Ehmed li ser navê malbatên şehîdan ên başûrê Kurdistanê axivî û ev tişt anîn ziman: “Em careke din soza xwe didin xewn û armancên mezin ên şehîd Hêa û hemû şehîdan û em ê bi xwedîderketina li wan hewl bidin ku bibin layiqî ked û berxwedan Rêber Apo û hemû şehîdan.”