Rojeva şaredarî û zanîngehên Îtalyayê Rojava ye

Li meclîsên şaredariyan û li zanîngehên Îtalyayê ji bo hevgirtina bi Rojava re, biryar hatin stendin.

Ji 9’ê Cotmehê ya ku êrîşên dagirker ên li ser Rojava hatibû destpêkirin, heta niha li 67 bajar û navçeyan ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin. Li hemberî êrîşan li 6 bajar û 5 navçeyanü, meclîsên şaredariyan di rûniştinên taybet de biryar stendin. Desteyên akademiyê yên zanîngehên Pîsa, Fîrenze û Torînoyê jî di civînên xwe de li ser êrîşan sekinînin.

Meclîsên şaredariyên Carrara, Parma, Pîsa, Lîvorno, Legge, Mantove û yên navçeyên Follnîca, Vîccîo, Frascatî, Castelnûovo û Fabbrîcoyê biryar stendin ku bila hikumeta Îtalyayê êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê û têkiliyên xwe yên bazirganî yên dîplomatîk jî bide sekinandin. Meclîsên van şaredariyan biryar dan ku ew alîkariya mirovî bişînin Rojava û xwestin ku bila Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hêzeke aştiyê bişîne herêmê.

ZANÎNGEH JÎ JI BO ROJAVA KETIN NAV HEWLDANAN

Zanîngeha Fîrenzeyê di civîna desteya akademiyê de ya di 17’ê Cotmejhê de bang li saziyên hîndekariyê yên navneteweyî kir ku bila piştgiriya zanîngehên Rojava û Kobanê bikin. Zanîngeha Pîsayê jî di 28’ê Cotmehê de bi tevlêbûna rektorê zanîngehê bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bila alîkariya mirovî bişîne herêmê.

Zanîngeha Polîtîteknîk a Torînoyê jî di 8’ê Mijdarê de biryarek stendi ku bila delegasyoneke ji zanîngehê biçe serdana zanîngehên Rojava û Kobanê.