'Rêwîtiya Azadiyê' ya li Elmanyayê di roja duyemîn de ye
“Rêwîtiya Azadiyê" ya ku ciwanên Kurd li Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
“Rêwîtiya Azadiyê" ya ku ciwanên Kurd li Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.
Di destpêka meşa ku li bajarê Heîdelbergê ket roja xwe ya duyemîn, ciwanan gerîlayên li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan silav kirin. Ciwanên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin meşa xwe ya ji Heîdelberg heta Hockenheîmê didomînin.
Ev qonaxa duyemîn a meşa ku saet di 10:00’an de li ber stasyona trenê ya Heîdelbergê dest pê dike, wê bi qasî 21 km’yan bidome.