Rahmanî: Gelên bindest divê piştgiriyê bidin Rojava

Serokê berê yê PEN a Îranê û Yekîtiya Nivîskaran a Îranê nivîskar Bahram Rahmanî diyar kir ku sîstema demokratîk a li Rojava bûye hêvî ji xizanan re û got, gelên bindest hemû divê piştgiriye bidin Rojava ku li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide.

Rahmanî li ser polîtîkaya dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn û helwesta gelê Kurd û Rojava ji ANF'ê re axivî.

Rahmanî destnîşan kir ku di mezinbûna şerê li Sûriyeyê de para Erdogan û dewleta Tirk zêde ye û bi bîr xist ku ji destpêka şerê navxweyî ve li Stenbolê ji bo dûrxistina Esad ji desthilatdariyê konferans tên kirin.

Rahmanî anî ziman, DYE, Rûsya û Îran tevî ku di mijara paşeroja Sûriyeyê de xwedî helwestên cuda ne, li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava bi dewleta Tirk re li hev kirin û lampeya kesk ji bo dagirkirina Rojava vêxistin. Rahmanî li ser helwesta dijminane ya dewleta Tirk a li dijî Rojava nirxandineke wiha kir:

'DESTÊ TIRKIYEYÊ QELS BÛ'

"Armanca Erdogan ew e ku Erebên li Sûriyeyê li herêmên sînor bi cih bike û bi vî rengî bike ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê û yên li Rojavayê Kurdistanê nikaribin têkiliyê bi hev re deynin. Lê belê heta niha nekarî vê bi ser bixîne. Ji aliyê aborî ve nepêkane ku Tirkiye karibe vê bike. Li Idlibê Tirkiye tengav bûye. Komên El Qaîde û DAÎŞ'ê yên piştgiriya wan dike di rewşeke zehmet de ne. Ji ber vê yekê destê Tirkiyeyê qels bûye."

PLANA ERDOGAN A LI SER LÎBYAYÊ

Rahmanî diyar kir, dewleta Tirk û Erdogan zanin ku çeteyên ew piştgiriya wan dike wê ji Idlibê û piştre ji Efrîn û Rojava bên derxistin, lewma berê xwe da Lîbyayê.

Rahmanî got, "Erdogan di şerê Sûriyeyê de 8 salan piştgiriya komên cîhadîst kir û çek dan wan. Çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê wê nikaribe li Tirkiyeyê bi cih bikin. Plan dike ku van bişîne şerê navxweyî yê li Lîbyayê."

ERDOGAN Û XAMANEY BI RENGEKÎ ÎDEOLOJÎK TEVBIGERIN

Rahmanî destnîşan kir, Rûsya li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî siyaseteke pragmatîk dimeşîne, lê berevajî vê Erdogan û Xamaney bi rengekî îdeolojîk piştgiriyê didin komên Îslamî yên nêzî xwe û got, "Erdogan hevkarî bi Serokdewletê berê yê Misrê Mûhammed Mûrsî re hevkarî kir ji ber ku Îxvanî bû. Bi heman rengî piştgiriyê dide hikumeta Îxvanî ya li Lîbyayê."

'SERKETINA KURDAN ERDOGAN DITIRSÎNE'

Rahmanî destnîşan kir ku pirsgirêka esasî ji bo Erdogan û dewleta Tirk serketina Kurdan e û ev yek Erdogan ditirsîne û got, "Dewleta Tirk 40 sal in êrişê dibe ser gelê Kurd û PKK'ê. Lê belê daxwazên gelê Kurd hene. Erdogan dema ku di pêvajoya aştiyê de dît Kurd xurt bûne û HDP bi 80 parlamenteran li parlamentê hate temsîlkirin tirsiya. Dest bi girtina şaredarên HDP'î kir. Tevî zextan hemûyan jî HDP'ê 50 parlamenter wergirt û tevlî meclîsê bû. Erdogan ji Rojava bêhtir ji rewşa li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ditirse. Ji gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ditirse. 8 sal in her kes zane ku Rojava gef li Tirkiyeyê nexwariye. Erdogan ditirse ku sîstema demokratîk a li Rojava li Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bibe."

'SÎSTEMA LI ROJAVA JI BER KU PIŞTA XWE DISPÊRE GELAN SERKETÎ YE'

Rahmanî destnîşan kir ku sîstema li Rojava ji ber ku xwe dispêre hêza gel serketî ye, çeteyên DAÎŞ'ê têk bir û ji bo gelên cîhanê bû hêvî. Rahmanî got, "Dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê pêşmergeyan Êzidî terk kirin û reviyan. Rojava bi hawara wan ve hat û nehişt ku çeteyên DAÎŞ'ê bikeve Rojava. Gleê Rojava niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide. Sîstema li Rojava bûye hêvî ji xizanên li tevahiya cîhanê. Divê gelên bindest hemû piştgiriyê bidin Rojava ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dide."