Qurbaniyên Komkujiya Madimakê li Berlînê hatin bibîranîn

Li Berlînê 33 qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn.

33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Otela Madimak a Sêwazê hatin qetilkirin. Qurbaniyên Komkujiya Madimakê di salvegera 29'emîn de li paytexta Elmanya Berlînê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Mala Cemê ya Berlînê ve bi tevlêbûna sazî û rêxistinên Elewiyan û Kurdan ve li Oranienplatzê hate lidarxistin.

Li cihê bîranîn ewilî Serokê Mala Cemê ya Berlînê Yuksel Ozdemîr axivî. Ozdemîr di axaftina xwe de daxwazên mafên Elewiyan rêz kir. Ozdemîr anî ziman ku divê Elewîtî bê naskirin û got: “Divê li dibistanan waneyên olî bên rakirin an jî weke li Elmanyayê divê waneyên Elewîtî ji aliyê Elewiyan ve bê dayîn.“

Ozdemîr anî ziman ku divê li gundên Elewiyan bi zorê mizgeft neyên çêkirin, mela neyên tayînkirin û got: “ Divê melayên hatin tayînkirin bi paşde were vekişandin.“ Ozdemîr, di dawiya axaftina xwe de xwest ku Otela Madimakê bibe muzeya mînak û şermê.

Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê Die Linke Ferat Koçak jî got: “Malbata min ji Sêwaz-Zarayê hatine vir, weke koçberên karker hatine. Weke Elewî li Tirkiyeyê rastî êrîşên nijadperestî hatin. Demeke dirêj nasnameya me qedexe bû; ji ber ku baweriya me Elewî ye û zimanê me Kurmancî an Kirmanckî ye. Em li vir mezin bûn, em li vir polîtîze bûn. Îro nifşên nû di nava tevgerên li dijî nijadperestî, antî faşîst de ye. Em Mahîr ji kevneşopiya Îbrahîman tên. Em ji kevneşopiya Mezlûman û Sakîneyan tên. Em ji kevneşopiya şoreşgerî ya Seyît Riza û Pîr Sultan tên. Tê wateya ku em têkoşîna xwe li kolanan bidomînin. Divê em xwe bigihînin zêdetir mirovan. Divê îro em qetlîamên Sêwaz, Gurgum, Dersim, Roboskî û Enqereyê bi dengekî bilind bi bîr bînin. Divê li vir em di heman demê de bibin yek.“

Koçak axaftina xwe bi dirûşmeya “Berxwedan jiyane“ bi dawî kir.

Şaredara Berlînê Kreuzberg-Friedrichsein Carla Hermann jî axivî û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî. Hermann anî ziman ku ev gelek zelale ku dîroka we dîroka me ye û got: “Di heman demê de bîra me ya çandê ye.“

Di dawiya bîranînê de ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Madimakê lewjeyên Elewiyan hatin xwendin û Koma Canlar a Dersimê semah gerandin.