Prof. Hefendehl: Ti bingeheke qanûnî ya qedexekirina PKK’ê tune

Di serlêdana ji bo betalkirina qedexeya PKK’ê ya ku ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, Prof. Roland Hefendehl got, “Ti bingeheke qanûnî ya qedexekirina PKK’ê tune, divê bê rakirin"

Ji bo rakirina qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê ku ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve di meriyetê de ye, meha Gulana borî serlêdana fermî li Wezareta Karên Hundir hatibû kirin. Parêzer û krîmînolog (şarezayê sûcan) Prof. Roland Hefendehl rapora ku hatibû amadekirin pêşkêş kir û bersiv da.

Di raporê de ku heta niha tevahiya naveroka wê ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin; yek ji pisporên sereke yên krîmînolojî û hiqûqa cezayê ya Elmanyayê Prof. Hefendehl di çarçoveya geşedanên ji salên 1990’î û vir ve çêbûn de, sûcên ku yekîneyên ewlekariya dewleta Elman weke ku bi PKK’ê re têkildar be dihesibîne nirxand û nêrîna xwe ya li ser polîtîkaya qedexeyê ji Wezareta Karên Hundir re ragihand.

‘PKK JI BO ELMANYAYÊ NE GEF E’

Prof. Hefendehl ê ku niha li Enstîtuya Hiqûqa Ceza ya Bazirganî û Krîmînolojiyê ya girêdayî Zanîngeha Freîbûrgê dixebite, encamên lêkolîna xwe û pirsgirêkên ku ji ber siyaseta qedexekirina PKK’ê derketine ji radyoya bi navê “Dreyeckland” re qal kir. Prof. Hefendehl got ku ev rapor li ser siyaseta ku derbarê sûcên ku hatine kirin û Xala 129’emîn a qanûna cezayê ku herî zêde bi PKK’ê re hatiye rojevê re eleqedar e hatiye amadekirin.

Prof. Hefendehl destnîşan kir, “Ji bo PKK li Elmanyayê bê qedexekirin, divê li dijî Destûra Bingehîn a Elmanyayê bi awayekî tund têkoşîn bê kirin, lê li holê rewşeke wisa tune ye. Her wiha PKK li ser hebûna dewleta Elman û mafên mirovan tu gefan naxwe.”

‘PIRANIYA SÛC ÇAVKANIYA XWE JI QEDEXEYÊ DIGIRIN’

Zanyarê Elman Prof. Roland Hefendehl ku di derbarê li gorî texmînên wî 11 hezar sûcên bi guman yên di navbera salên 2010 û 2020'an de ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Federal ve bi PKK'ê re têkildar hatine xebitandin lêkolîn kirî, ev agahî parve kir: “Nîvê van sûcên bi guman ji ber ku ‘qanûna komeleyan’ hatiye binpêkirin derketine holê, ev dera wê pir girîng e; ji ber ku ev binpêkirin ji ber ku ev qedexe heye pêk hatine. Her wiha ji sedî 16’ê bûyeran zirara madî, ji sedî 10 sûcê birîndarkirinê, ji sedî 9 jî binpêkirina yasaya xwepêşandanan û yên mayî jî sûcên biçûk ên wekî ‘xirabkirina aramiyê’ û ‘liberxwedayînê’ ne.

Prof. Hefendehl biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal ya ku rêxistin an saziyekê ku bi giştî di nava sûc de be dikare were qedexekirin bi bîr xist û diyar kir, “Dema sûcên ku ji qedexeyê derketine bên rakirin, wê rêjeya sûcên ku tê gotin têkildarî PKK’ê ne gelekî kêm bibe û ev têra qedexekirina PKK’ê nake. Ji bilî vê, rakirina qedexeyê wê bandorek erênî li ser rêjeya sûcan bike.”

Prof. Hefendehl derbarê fikarên ku dibêjin “Eger Tirkiye êrîşî herêmên Kurdan bike wê dîsa li Elmanyayê tundî çêbibe” ev nirxandin kir: “Li gorî min ev fikareke bêbingeh e. Ji ber ku di van salên dawî de dewleta Tirk gelek caran êrîşî Kurdan kir û di ti xwepêşandanên li Elmanyayê yên ji bo şermezarkirina wan êrişan hatin lidarxistin de bûyerên tundiyê pêk nehat.”

Bi rexmê ku mehek li ser serlêdana parêzerên li ser navê PKK’ê Dr. Lûkas Theûne û Dr. Peer Stolle a li Wezareta Karên Hundir re derbas dibe, lê hê jî bersiv nehatiye dayîn. Ger wezaret bersiva neyînî bide, tê payîn ku parêzer serî li Dadgeha Îdarî ya Federal bidin.