Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkilî çekên kimyewî bang li OPCW'ê kirin

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkilî êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîla bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin.

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkilî êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bi erka xwe rabin û bilez bikevin nav tevger û hewldanan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ku ji Nîsanê û wir ve didomin hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ji Nîsana 2021’ê û vir ve, di nava sînorên Iraqê de li qada jêrdestê Rêveberiya Herêma Kurdistanê, em bênavber destdirêjayiyên leşkerî yêN dewleta Tirka dibînin. Ev tevgêra ku ji aliyê huqûqê navneteweyî ve mîna dagirkeriyê dikare were dîtin, ev tevgêr binpêkirina gelek mafan bi xwe re diafirîne.''

Bi berdewamî hate diyarkirin ku dewleta Tirk di êrişan de çekên kimyewî yên qedexekirî bi kar tîne û hate gotin,''Di nava van binpêkirinan de, di serî de bikaranîna çekên qedexekirî tên. Ji ber ku van herêman him qadên şerin, him ji lêgerînên şandeyên sivîl û bêalî re girtîne, têra xwe agahî nikare were standin.

Ji ber ku herêmên şer ji çavderiyên serbixwe re ne vekirîne, ev jî dibin delîlê pirsgrêkê. Di bin van şerd û mercan de, ji bo agahî bigihê raya giştî, bi tenê dikare ji aliyê hêzên gerilayên ku di bin raseriya çekên qedexekirî û kîmyawî de dijîn û yên nêzî wan ve were. 

Li goreyî agahiyên teze, ji despêka şer ve; ji 23 Nîsanê heta 23 Cotmehê-di nava 6 mehan de- herî kêm 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nava van rojan de, bi êrişên çekên kîmyewî ve 38 gerila jiyana xwe ji dest dane.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Di 3'yê Îlona 2021'an de, li herêma Girê Sor, di encama êrişa çekên kîmyewî de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, 3 gerîlayan jî li gel ku zerar dîtinin jî rizgar bûne. Her 3 gerîlayên ku rizgar bûne, li ser bêhn, tam û bandora van gazên hatina bi karanîn agahiyên şênber dane. Her wiha li ser gerîlayên ku jiyana xwe ji dest danin jî tiştên bi çavên xwe dîtinin agahî dane. Van daneyên şênber, herî kêm ji bo ev mijar bi kûrayî were lêkolînkirin me têr agahdar dike.

Her wiha qasî agahiyên hatine standin, ji ber ku însanên li Herêma Behdînana ku bûye herêma şer dimîn jî, di bin bandora van çekên kîmyewî de mane û rakirine nexweşxaneyên cuda. Gelê herêmê, ji ber ku di bin metirsiyê de dijîn, newêrin agahiya bidin.

Berpirsiyarên Rêzdar!

Mirov dikare ji biryarên saziyên dadigeriyên navneteweyî jî agahiyên ku zordarî û qirkeriya dewleta Tirka yê li ser gelê Kurd û bi giştî sivîlan dide birêveberin bibîne. Her wiha gelek agahiyên misoger ên li ser çekên qedexekirî çawa hatine bi karanîn, ji aliyê saziyên Ewrupayî ve jî hatine lêkolînkirin û hatine pêşkêşkirin. Bi taybetî di van pênc salên dawî de, li dijî gelê Kurd, şerê tunekirinê, her cûre êrişên qirêj ên paqijkirina etnîkî çawa tên birêvebirin em dibînin. 

Êdî gelê Kurd, baş dizane ku çawa bûye armanca dewleta Tirka û çawa çekên kîmyewî bi kartîne, çawa huqûq û pîvanan nasnake. Lê ya balkêş ev e ku, hêzên navdewletî, saziyên wan, hin aliyên xwe serbixwe didin nîşandan, li dijî van êrişên derveyî huqûq û mirovahiyê, weke dîwar bêdeng dimînin!

Em zanin ku diviya OPCW saziya li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî herî lezgîn û çalak tevbigeriya. Di nava bêdengiya navneteweyî de, ya herî zêde bandorê li ser me dike hilwesta we ye. Ma asayî nîne ku li ser mijara bi karanîna çekên kîmyewî, gelê Kurd, weke saziya herî erkdar hêviyê ji we bike? Ma sedema hebûna we, nê pêşîgirtina bikaranîna çekên qedexekiri ye? Ê baş e, li gel ewqas agahî û metirsiyan gelo çima hûn tevnagerin?

Em ji we hêvî dikin ku hûn ji bo gelê Kurd daxwuyaniyek cidî bidin. Gelê me, li ser mijara êrişên van çekên kîmyewî ji we, bendewarê hilwestek zelal û tevgêrê ye. Her ku hûn bêdeng bimînin, hizir dike ku hûn jî van êrişan erê dikin. 

Em partî û saziyên Kurdistanî yên ku li Ewrupayê dijîn ên îmzeyên me li jêr in, metirsiyên gelê xwe parve dikin, ji we ve bendewarê daxwuyanikê ne. Ya herî giring jî, ji bo pêşîgirtina êrişên kîmyewî ku erkê we yê bingehîne, em dixwazin hûn bi lez bikevin nava livbaziyê!


Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupa ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye:

YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê)
Tevgera GORAN
KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê)  
TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)
Partiya ŞÛÎ Kurdistan Başûr
Kongra Star (Rêxistna Jinê ya li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Ewropa
Partiya Zahmetkêşan - Başûr
PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan)
Tevgera Azadî
PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî)
Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûrî
PÇDKS ( Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê 
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ( El Partî)
Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê
Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê
Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê
Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê
Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê.
Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê.
PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)
KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistanê)
Tevgera Kawa
PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
Yakitiya Şoreşgerên Kurdistanê
KODAR  (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan)
KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
Platforma Horam
Plattform Zagros
Plattform Yarsan
Yarî Kurd
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê
Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
FEDA ( Federesyona Elewiyan a Kurdistanê)
NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
Kurdische Zentrum Berlin
CÎK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
Enstituta Kurdî – Almanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
MŞD ( Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat)
YMK ( Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê)
YES (Yekitiya Êzdiyên Sûrî)
Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn   
Dachverband der Êzidischen Frauenräte
DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden
Kongreya Gel a Mezopotamyayê
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê
Kurdistan human rights Association