Nobedarên Azadiyê serdanan berxwedêrên Strasboûrgê kirin

Çalakiyên greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrg, dîsa greva bidorveger û çalakiya Nobeda Azadiyê dewam dike.

Endamên koma 350’î a vê hefteyê Nobeda ji Ocalan re Azadî ku ji Zurîh, St. Galler û Lûzern ên Swîsreyê hatibûn di saetên şevê de serdana berxwedêrên grevên birçîbûnê yên li Strasboûrgê kirin. 7 jinên Meclîsa Jinan a Êzidî ku li pêşiya Konseya Ewropayê di grevê de bûn jî amade bûn.

Di serdanê de li ser navê koma çalakvanên vê hefteyê ya Nobeda ji Ocalan re Azadî Koçer Batmanî axivî û diyar kir ku dîroka PKK’ê dîrokek berxwedanê ye. Batmanlî diyar kir ku 8’ê Adar û 21’ê Adarê Cejna Newrozê li pêşiya me ne û fersendên mezin in ji bo serhildanê.

‘Özgür Önderlik, özgür halk ve özgür Kürdistan’ şiarının temel alınmasını isteyen Koçer Batmani, açlık grevi direnişlerinin başarıya ulaşacağını sözlerine ekledi.

Endamên Meclîsa Jinan a Êzidî ya di nava koma duyemîn a grevên birçîbûnê de cih digirin jî serdana berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger kirin.

Li ser navê jinên Êzidî jî Nûrê Akiş axivî û diyar ku ku ew jî dixwazin deng bidin dengê berxwedêran. Alkiş anî ziman ku hêviyên wan ên serketinê hene.