Nobeda azadiyê di hefteya 500’î de ye

'Nobeda Azadiyê' ku li Strasbourgê dewam dike, kete hefteya 500'emîn. Çalakiya hefteya nû ji aliyê komek ji Kurdên li St. Gallenê hatin, hate dewr girtin.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir, di hefteya 500‘emîn de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê koma ji bajarê St. Gallen ya Siwîsre tê dewamkirin. Di koma nû de Selman Demîrtok, Abîdîn Yilmaz, Emîn Ûslû û Haci Yorûlmaz cih digrin.

‘TECRÎD SÛÇÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE‘

Li ser navê komê Selman Demîrtok axivî û diyar kir ku demek dirêje tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û gelê Kurd bi fikare. Demîrtok diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûçê li dijî mirovahiyê ye û got: “Tecrîd zilma li ser gelan e. Divê demildest CPT li peywîra xwe rabe.“

Demîrtok anî ziman ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, wê çalakiya xwe bi biryardarî bimomînin û got: “Çalakiya ku 10 sal e bi biryardarî didome jî îspata vê ye.“