Navê şehîd Lorenzo Orsettî li parkeke li Romayê kir

Li paytexta Îtalya Romayê navê şervanê enternasyonalîst şehîd Lerenzo Orsttî (Têkoşer Piling) li parkekê kir.

Ji ber salvegera rizgariya ji faşîzma Nzaiyan li gelemperiya Îtalyayê çalakiyên cihêreng tên kirin.

Li Paytexta Îtalya Romayê di çarçoveya 25’ê Nîsanê salvegera rizgariya Îtalya ya ji faşîzma Naziyan navê şarvanê enternasyonalîst şehîd Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) ê di berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ya li Rojava de şehîd bûbû, li parkekê kirin.

Tevgera Partîzan a çalakî organîze kir, heman demê şehîd Orsettî bibîr anî.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku Piling ji çanda Tevgera Partîzan tê, li parkê ji bo bîranîna Orsettî tabeleyek danîn.

Li gel bav û xwişk-birayên Orsettî nûnerên gelek saziyên civaka sivîl jî di nav de gelek kes amade bûn.

Buroya Enformansyon a Kurdistan û Komuna Kurd a Roma jî tevlî bîranînê bûn.

Li gel hilana wêneyên Şehîd Orsettî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê jî hatin hildan.