Morden: Tecrîda Îmralî êrîşa li ser mafê bingehîn ê mirovan e

Parlemetera Partiya Laboûr Jessîca Morden serdanan Îmam Şîş ê di greva bêdawî û dêdorveger de ye kir. Morden got: “Tecrîd tê wateya êrîşkirina mafê herî bingehîn ê mirovan.”

Li bajarê Newport ê Gallerê greva Îmam Şîş ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 40’î de ye.

‘EM Ê DÎSA TECRÎDÊ BIKIN ROJEV’

Parlemetera Partiya Laboûr Jesîca Morden serdana greva li Navenda Civaka Kurd lê dom dike kir û peyama piştevaniyê kir.

Morden anî ziman ku tecrîd tê wateya êrîşa li ser mafê bingehîn ên gerdonî yên mirovan, destnîşan kir ku wê mijarê di demeke kin de li Parlementoya Brîtanyayê bikin rojev û ji bo bang li dewleta Tirk bê kirin wê nameyekê ji Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê re bişînin.