Macron banga ‘Ronesansa Ewropayê’ li 28 welatan kir

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron li hemberî ‘xwevekişandina nijadperest’ ji bo avakirina ji nû ve ya Ewropayê li 28 welatan bangek weşand.

Beriya hilbijartinên Parlementoya Ewropayê ya di meha Gulanê de û piştî çalakiyên Êlegzeran re Macron bangî hemwelatiyên Ewropayê kir.

Banga Macron li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê bi 24 zimanan hate weşandin. Banga Macron xwe dispêre ‘parastina azadiya me’ , ‘parastina parzemîna me’ û ‘bidestxistina giyanê pêşveçûnê.’

Di banga Macron de ev xal derketin pêş

*Parastina azadiya me

-Ji bo rêlibergirtina êrîşên sîber û manîpulasyonan avakirina Ajansa Parastina Demokrasiyan a Ewropayê.

-Qedexekirina fînansekirina partiyên siyasî yên li Ewropayê yên bi destê hêzên derve.

-Qedexekirina gotinên nefret û şîddetê yên li ser înternetê.

*Parastina parzemîna me

-Sererastkirina qada Schengenê

-Polîsên hevpar ên sînoran û avakirina ofîsa îltîcayê ya Ewropayê.

-Çêkirina peymannameyeke parastin û ewlehiyê ya bi NATO’yê re.

*Bidestxistina giyanê pêşveçûnê

-Ji bo fînansekirina derbasbûna ekolojîk, avakirina bankaya avhewayê

-Konseya Nûbûnan a Ewropayê were avakirin û tiştên nû werin fînansekirin

-Ji bo pêşveçûna Efrîkayê paktek were avakirin.

Piştî banga Macron çepgirên Fransyaê diyar kirin ku ev daxwaze ‘biryarên lîberal’ û ‘reklama hilbijartinê’ ye.

Li gorî analîzeke rojnameya Le Mondeyê Macron dixwaze bibe serokekî ku YE ew ji bîr kiriye. Hin şîrovekar jî diyar dikin ku Macron dixwaze xwe wekî serokê Ewropayê bide nîşandan.